Her dewletek li gel damezrandina xwe ve zimaneka standart, wek amraza ragihandin bikartîne. Bi rêya xwendin û ragihandinê ve wek zimanê fermî dide qebûlkirin. Ger civakek berê bibe netewe, yanî beriya damezrandina dewleta neteweyî, zimaneka edebî ya yekgirtî tunebe wê demê yek ji giringtirîn erk û karên dewleta neteweyî duristkirina zimanê yekgirtî yan zimanê standard dibe. Yanî siyaseta zimanî (taybetî dor zimanê neteweyê yan zimanên kêmayetiyên li nav welêt) beşek giring a siyaseta dewlet, bi taybetî siyaseta navxweyî, pêk tîne.
Kurdî
Ziman giringtirîn berhema kultur e, ev amraze ku bi kultura xwe ya netewî derdibire, yan jî ev qalibe ku kultura xwe di wê de dixemiline. Ji ber ku ziman naveroka pênasa her neteweyekê pêk tîne, asta têgihîştina eqlî, şaristanî-medeniyet- û kesayetî nîşan dide. Di heman demê de ziman pêwendiya rasterast bi siyasetê ve heye. Çarenûs û pêşeroj, rewşa pêşketinê bi siyasetê ve girêdayî ye. Herwiha bi xwe jî wek hilgira ezmûna neteweyê û biryardera sîstema eqlî û kulturî bandor li ser siyasetê dike.
Kurdî
Reklam
Dewletên pir-neteweyî bi giştî diyardeyeka siruştî nîne, ev cure dewlet yan paşmaviyên împaratoriya ne, yan yekîtî ne di nav tixûbê dewleteka bihêz an jî dewletek yan çend dewletên lawaz in, an bixwe berhema van sînoran in ku kolonyalizm di dema xwe de kêşane û paştir wek mîrateka bo dewleta neteweyî mane.
Kurdî
Di serî de dagirkerên Kurdistanê, yan divê biguherin ber bi dewleta demokrat, yeksanbûna neteweyî û mezhebî dabîn bikin, yan jî ku raya gelekan wisa ye, dê wek Yekîtiya Sovyet û Yugoslavya hilweşin.
Kurdî
Her beşeka Kurdistanê dikare bibe pena û piştgiriya neteweyî û emnî ji bo beşeka dîtir ya Kurdistanê. Evê yek ji wan derfetan e ku rengê di dahatûyê de li berdem çareseriya "Pirsa Kurd" de wê derbikevin.
Kurdî
Her yek ji wan dewletên dagirkerên Kurdistanê tenê dewleta pir-netew nînin, bereks pir-welat in, her yek ji wan welatan beşek ji niştîmana kurd heye, yanî kurd ax û cografyaya taybet hene û li ser xaka kesî najî. Her beşeka Kurdistanê berdewamiyek dirêj ya dîrokî, siruştî û neteweyî heye.
Kurdî
Reklam
Reklam