Leyla Qasim,bûka Kurdistanê:Ew di sala 1952'an de li gundê Bamîlî yê Xaneqînê (parêzgeha Diyalayê, başûrê Kurdistanê) di nav malbateke gundî ya Kurdên Feylî de ji dayik bû. Zaroka sêyemîn bû ji pênc zarokan; bavê wê Dalaho Qasim cotkar bû û navê dayika wê Kanî bû. Ji zarokatiyê ve di nav hawirdora welatparêzî û têkoşîna kurdî de mezin bû.Malbata wê paşê çû Hewlêrê û dû re jî derbasê Bexdayê bûn . Leyla Qasim, li zanîngeha Bexdayê beşa Sosyolojiyê xwend û di heman demê de tevlî Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bû. Wê, ji bo mafên netewa Kurd têkoşîn da . Bi awayekî çalak li dijî rejîma Baasê ya Iraqê xebitî û.Di sala 1974an de, di 22 saliya xwe de, bi sûcdariya plankirina êrîşekê li dijî rejîmê hate girtin, êşkence lê hat kirin û di dadgeheke nîşander de bi mirinê hate cezakirin .Di 12’ê Gulanê 1974an de, li Bexdayê bi destê rejîmê Baasê hat şehîdkirin. Ew jina yekemîn bû ku rejîma Baasê li Iraqê darve kir . Bi wê re çar hevrêyên wê jî (Cewad Hemewendî, Narîman Fuad, Hesen Hama Reşîd û Azad Sleman Mîran) hatin darvekirin.Berî mirinê, wê ji diya xwe daxwaz kir ku cilên kurdî ji wê re bişîne da ku li xwe bike û wekî bûka Kurdistanê bimire. Di dawiyê de cilên kurdî li xwe kir, strana neteweyî got û piştre wiha got:
"Ez bi serbilindî diçim mirinê, ji bo Kurdistaneke serbixwe têkoşînê dikim."
Û wiha pê de çû:
"Piştî darvekirina min, bi hezaran kurd dê şiyar bibin."Ji ber vê daxwaza wê ya dawî û cilên kurdî yên li ser wê, navê wê bû "Bûka Kurdistanê". Îro ew sembola lehengî, berxwedan û jinên kurd ên dewletxwaz û azadîxwaz e. Piştî ku Leyla Qasim şehîd bû ,ji ber vê rawesta wê ya welatparêz û kurdistanî li her çar perçeyên Kurdistanê Kurdan navê wê li keçên xwe kirin . Ew bû giyanê têkoşîna jinên Kurdan. Ruhê wê şad be...