Nirxandina Berhema "Dengbêjên Min"
Puan vermedi·123 syf.··
2026 2. kitabı
Mehmed Uzun di pirtûka xwe ya bi navê "Dengbêjlerim" (Dengbêjên Min) de, berê xwe dide kaniya herî kûr û zelal a çanda kurdî: Antolojiya dengbêjiyê. Ev berhem ne tenê lêkolîneke li ser muzîkê ye, lê belê hewildanek e ji bo parastina ruhê gelekî ku bi sedsalan bi devkî hatiye parastin. Li jêr nirxandineke berfireh li ser vê berhema girîng heye: Nirxandina Berhema "Dengbêjên Min" 1. Dengbêjî Wekî Arşîva Neteweyî Mehmed Uzun dengbêjan wekî "homerosên kurdan" pênase dike. Li gorî wî, ji ber ku dîroka kurdan a nivîskî hatiye qedexe kirin an jî winda bûye, dengbêj bûne "pirtûkxaneyên zindî". Di vê pirtûkê de Uzun nîşan dide ku her kilamek, her fîxaneke dengbêjekî, di rastiyê de rûpeleke ji dîroka Kurdistanê ye. 2. Têkiliya Nivîskar û Dengbêjan Ev pirtûk xwediyê taybetmendiyeke otobîyografîk e jî. Uzun behsa zarokatiya xwe, bandora dengê dengbêjan li ser ruhê xwe û çawa ew deng bûne bingeha edebiyata wî ya nivîskî dike. Ew dibêje ku wî "hevokên xwe yên modern ji klamên dengbêjan wergirtine". Ev yek nîşan dide ku edebiyata wî ya nûjen, rehên xwe ji kevneşopiya kevin digire. 3. Lehengên di Pirtûkê de Di berhemê de Uzun cih dide gelek dengbêjên mezin û navdar. Bi taybetî li ser navên mîna: Evdalê Zeynikê: Şahê dengbêjan û sembola hunera devkî. Karapêtê Xaço: Dengbêjê ku bi dengê xwe bûye pira di navbera gelan de. Şeroyê Biro û gelekên din... Nivîskar tenê behsa jiyana wan nake, lê belê felsefeya hunera wan û girîngiya wan a civakî analîz dike. 4. Şêwaz û Ziman Pirtûk bi zimanekî pir germ, herikbar û samîmî hatiye nivîsandin. Uzun, di navbera edebiyata modern a cîhanê û dengbêjiya kurdî de pirekê ava dike. Ew bi vî awayî dengbêjiyê ji çarçoveyeke teng a "folklorî" derdixe û wê wekî hunereke klasîk û gerdûnî pêşkêşî xwîner dike. Encam: "Dengê ku Namire" "Dengbêjên Min",
DengbêjlerimMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20201,994 okunma
Nirxandina Romana "Tu" ya Mehmed Uzun
10/10
·238 syf.··
Beğendi
·
2026 3. kitabı
Mehmed Uzun, bi romana xwe ya "Tu" re bingeheke nû avêtiye di edebiyata kurdî ya modern de. Ev berhem ne tenê romanek e, di heman demê de bîra neteweyî û lêgerîna nasnameyê ye. Li jêr ji bo vê kitêba girîng analîzeke kurt û kûr heye: Nirxandina Romana "Tu" ya Mehmed Uzun 1. Mijar û Naverok Romana "Tu", li ser hîmê bîranîn û nasnameyê hatiye avakirin. Lehengê romanê di hucreyeke tarî û teng de ye. Ev hucre, hem temsîla girtîgeheke fîzîkî dike hem jî temsîla bindestiya gelekî dike. Lehengê ku di bin îşkenceyê de ye, ji bo ku hişê xwe winda neke û li ber xwe bide, vedigere paşeroja xwe. Ew bi rêya bîranînan, zarokatiya xwe, gundê xwe, çîrokên kal û pîran û êşên welatê xwe tîne bîra xwe. 2. Şêwaza "Tu" (Teknîka Vegotinê) Navê romanê bixwe ("Tu"), nîşaneya teknîka wê ye. Nivîskar li şûna "ez" an "ew", bi kesê duyemîn ango bi "Tu" re dipeyive. Ev şêwaz: Xwîner rasterast dixe nav ruhê leheng. Dûrbûna mirov a ji xwe (alienation) nîşan dide; lehengê ku di hucreyê de ye, li xwe wekî kesekî xerîb dinêre. Veguherîneke monologa hundurîn a pir bi bandor. 3. Ziman û Estetîk Mehmed Uzun di vê berhemê de zimanê kurdî ji asta "zimanê gundî û çîrokan" derxistiye û kiriye zimandê felsefî û hunerî. Ew bi hostayî peyvên klasîk û nûjen li hev tîne. Hevokên wî carinan mîna helbestekê diherikin, carinan jî mîna qêrînekê hişk in. 4. Sembolîzm û Hucre Hucreya di romanê de, tenê cihê girtîbûnê nîne; ew der laboratuwara ramanê ye. Li wir, leheng nasnameya xwe ya kurdî ji nû ve ava dike. Tirs, tenêtî û îşkence bi rêya bîranînan têne têkbirin. Ev nîşan dide ku "hiş û bîr" çekên herî mezin ên li dijî windabûnê ne. Encam "Tu", romana destpêkê ya Mehmed Uzun e (1985) û di edebiyata kurdî de şoreşek e. Ev pirtûk ji bo her xwînerekî kurd mîna neynikekê ye. Uzun bi vê romanê ji me re dibêje:
TuMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20204,762 okunma
Reklam
Femînîzma Edebî
Puan vermedi·72 syf.··
2026 46. kitabı
·
15 günde okudu
·
Okunma: 08 Nisan 2026 12:36
Lorîn S. Dogan, di sala 1975an de li Nisêbînê hatiye dinyayê. Ew, yek ji wan çîroknûsên edebiyata kurdî ye; Serê Sibê pirtûka wê ya çaran (2024) e. Her sê pirtûkên wê yên din, Kirasê Teng (2007), Destên Vala (2012) û Sindoqa Girtî (2020) bi temamî ji çîrokan pêk tên. Lewra di edebiyata kurdî de dema behsa çîroknûsiyê tê kirin, li gel Hesenê Metê, Lorîn S. Dogan tê bîra min. Herçî ji çîrokan, ji çîrokên modern hez dikin teqez divê ji mêweya berhemên van herdu çîroknûsan tehm bikin. Ji ber ku min her sê berhemên wê yên din xwendine, ez bi rehetî dikarim li ser vê berhema wê hûr bibim, vê berhemê bi yên din ra muqayese bikim û behsa guherîna şêwaza Lorîn Xanimê bikim. Serê Sibê, ji 17 çîrokên kurt pêk tê û li ser hev 71 rûpel e. Pertûkeke tenik û herikbar e. Temaya çîrokan bi gelemperî wiha ye: jinbûn, têkiliyên jin û mêran, têgeha malbatê, hestên nuxamtî, tevgerên veşartî, eşq, gihîştin, veqetîn û hwd. Li gorî berhemên wê yên din, di vê berhema xwe da em dibînin ku nivîskara me bêtir bi nêrîn û helwesteke femînîst nivîsiye. Her çîrokeke vê pirtûkê di esasê xwe da rexneyek e bo civaka heyî û normên diyarkirî. Ango pirsgirêkên ji ber nasnameya zayendî zêdetir xwe didin nîşandan. Di berhemên beriya vê da, em dibûn şahidê pirsgirêkên ji ber nasnameya neteweyî jî. Bûyera komkujiya Helebçê ku ew di dîroka kurdan da û di hafizaya kolektîf da xwediyê cihekî girîng e, yek ji wan mijarên çîrokan bû. Wekî din dîsa helbet têkiliyên malbatî û têgehên wek jin û dayik jî bibûn mijarên sereke yên çîrokên Lorîn Xanimê. Di vê berhema wê de, çîroka ewil Serê Sibê ku navê xwe daye pirtûkê jî, bi metafora xwînê dest pê dike. Di heman demê da mijara çîrokê jî xwe dispêre rastî û qaîdeyên civaka kurd, di derheqê normên vê civakê de hin agahiyan dide xwîner. Dema min ev çîrok xwend yekser
Serê SibêLorîn S. Doğan · Avesta Yayınları · 20247 okunma
10/10
·184 syf.··
Beğendi
·
2026 10. kitabı
Gulên Şoran çîroka kes û welatê têkçûyî ye lê li ser himekî de jî xwedî çirûskek hevî ye. "Baweriya xelkê bi mirinê ji baweriya wan bi jiyanê, zêdetir e" (r.19) Piştî şerê Cîhanê ê duyem de welatekî di navbera du dagirkeran -"Cihûyan bi vê yekê berî misilmanan oxira Rûsan bi xêr dikirin.Ferxe ramiya, herdu alî gawir bûn" (r.68)-çawan bin, nîştecihên vî welatî jî wisa nin: Yek kes li ser hişê xwe li ser rêyekî nine. Hemî jî di nava xwede navokokiyê dehewînin. Ji xwe nivîskar jî dema buyerekî an jî kesayetekê vedibêje. Berê xwêner dide alî kî xwêner li gor wî diçe lê , lê dinêre rê guherî an jî yekser berovajî domî. Ev pir alî bûn tevliheviya kesayeta derdixe holê û xwêner kaşî nava ramanên lêpirsînê dike ( ewê/ ewî çima wusa kir?). Dayê Gulê yek ji wan karakterê balkêşe. Belê, li pey kurê xwe Las pir diçe (mixabin rastî tû rêçê nayê) lê mînak neviyê xwe Yadîgar qet heznake . Serkeftinê neviyê xwe re qet şa nabe " Pişt re ji me behsa ders û dibistanê dikir. Behsa hevrêyên xwe, mamosteyan, behsa puanên ku min werdigirtin. Behsa wê yekê bû ku kî ji min zirektir bû? Çima zirektir bû? Tiştekî bi qasî wê a deyekê ku min digot ez şagirtê herî zîrek im, dilê Dayê Gulê xweş nedikir" (r.159) û bertekek tund nîşanî Ferxe û Xanzadê dide. Ew biryara zewacê ne jibareya wan bû,ew kevneşopiya vê axê ye. Ferxe : hertim wek kesekî beredayî tê nasîn lê ew jî qasî karekterên din bextreş e. Ji ber ku birayê wî ê mezin Las wunda dibe mecburê zewaca jinbira xwe dibe. Keça Cihû Leylayê hezdike lê ji ber Cihûye dev jê berdide. Xanzad: serî de di kesera wunda bûna mêrê xwe Las de ye Ferxe re dizewîce lê wî wek mêr na hertim wek tî dibînê. Dema Ferxe qala Leylayê dike. Xanzad Leylê yê dihesede''Gava Ferxe behsa serhatiyên xwe dikir, Xanzad di wê bawriyê de bû ku guhdariya çîroka
Edebîyata Kurdî
Gulên ŞoranEta Nehayi · Avesta Yayınları · 201210 okunma
Bindestan Wetrê Dekolonîzasyon Xilasbûna Hemû Pirsgirêkan e?
Puan vermedi·152 syf.··
Beğendi
·
2026 14. kitabı
·
21 günde okudu
·
Okunma: 13 Şubat 2026 16:09
"Gelo em ê bikaribin, ligel her tiştî, hêviya siberojekê bikin ku em giş bikaribin bi aheng tê de bijîn?" (r. 138) Antîkolonyalîstê Tunisî Albert Memmi di vê pirtûkê de ji me ra behsa wê yekê dike ka gelo rojekî gelên bindest ji bindestiya xwe rizgar bibin, serxwebûnê bi dest bixin, wê hemû pirsgirêkên wan miletan ji holê rabin yan na? Ew miletên ku demên dirêj di bin destê kolonyalîstan da mane gelo dê piştî serxwebûnê bikaribin birînên xwe bipêçin, ew tesîra ku kolonyalîstan li ser wan hiştiye, dê bikaribin ji ser xwe biavêjin? Memmi bi me dide zanîn ku ev ê ewqas ne hêsan be. Dibe ku ew gelên ku ji bindestiyê xilas dibin demeke dirêj nikaribin werin ser hemdê xwe. Dibe ku nikaribin ji pirsgirêkên xwe yên navxweyî re çareyan bibînin an wek miletekê hevdu hembêz bikin û bi hev re tiştên ku winda kirine dîsa bi dest bixin. Albert Memmi vêya bi awayekî zelal ji me re rave dike ku piştî dekolonîzasyonê jî çareseriya hin pirsgirêkan wê zû bi zû pêk neyê. Ji van pirsgirêkan belkî ya herî mezin ew e ku ew milet bikaribe di nava xwe de yekîtîyekî ava bike ango li gel ewqas nakokî û dijberiyan ji bo silametîya netewebûna xwe bikaribe hevdu bi cudahiyên hev ve qebûl bikin. Pirsgirêka din a mezin jî bêgûman rewşa aborîyê ye. Di cihekî de Memmi li ser vê yekê disekine û dibêje piştî serxwebûnê dibe ku ew milet heta wextekî mihtacê serdestên xwe bin jî û kêmasiya wan bikişînin.. trajedîyeke mezin e ev. Di edebiyatê de jî pirtûka Thiongo, Bir Buğday Tanesi ji bo vê mijarê mînakeke pirr baş e, divê miheqeq bê xwendin. Piştî ku min ev pirtûk qedand, min çavên xwe girt û xeyal kir em ji rewşa bindestiyê derketine, me serxwebûna xwe bi dest xistiye, welat aza ye, şêrên dayikan di paxilên wan da ne, govend û dîlan e:) piştre min ji nişka va çavên xwe
Dekolonîzasyon Û Yên DekolonizebûyîAlbert Memmi · Avesta Yayınları · 20251 okunma
Puan vermedi·326 syf.·
2025 4. kitabı
Ev pirtûk, bi bingehîn, li ser tevgereke girîng a dîroka Kurd û Kurdistanê ku bi navê Serhildana Şêx Seîd ya di sala 1925an tê zanîn, radiweste û bi kurahî dikole. Nivîskar Tahsîn Sever, ji tevgera gelî zêdetir, bala xwe dide ser rêxistina wê ya siyasî û bîrdozî: Cemîyeta Azadî Ev cemiyet ango cemiyeta Azadî ku armanca wê , yekitiya Kurdan bû ,ji bo azadî û serxwebûna Kurd û Kurdistanê hat avakirin. Pirtûk bi hûrgilî nîşan dide ku ev cemîyet çawa hate damezrandin û çawa hewl didan ku di navbera eşîrên Kurd, efserên Kurd ên di artêşa Osmanî/Tirk de dixebitîn û zanayên olî (ulema) de yekitiyeke bingehîn ya mezin ava bike. Ew dibêje ku di bin sîwana Cemîyeta Azadî de, van komên cihêreng bi hev re civiya bûn û ji bo armancek hevpar hatibûn cem hev.Armanc, Kurdistana yekgirtî û serbixwe bû . Xala navendî ya pirtûkê ew e ku nîşan bide ka Cemîyet çawa amadekariya Serhildana 1925an kiriye. Her çend planên wan ên berfireh hebûn jî, nivîskar destnîşan dike ku ji ber hin bûyerên nediyar, serhildan zûtir ji dema plankirî teqiya. Dema ku Serhildan li dora Dîcleyê dest pê kir, li gelek herêman belav bû û hêzên eşîrên Kurd yên cuda tevlî bûn. Nivîskar her wiha destnîşan dike ku bingeha bîrdozî ya vê tevgerê ne tenê neteweyî (neteweperweriya Kurdî) bû, lê di heman demê de xwedî bingehek olî (Îslamî) jî bû. Ji ber ku Şêx Seîd serokekî olî bû, wî piştgiriyek mezin a gelî stendibû; lêbelê, armanca serekî ya xeta efseran a di nava Cemîyetê de, serxwebûna neteweyî bû. Pirtûk vê têkilî û pevguhertina di navbera neteweperwerî û dînî de, ku carinan dibe sedema nakokiyan, vedikole. Di dawiyê de, pirtûk destnîşan dike ku serhildan çawa ji alîyê hikûmeta Komara Tirk ve bi şêweyekî tund hate têkbirin û dadgehkirina rêberên tevgerê yên ku bi ti aliyên xwe ve bi awayekê hiqûqê re peywendîdar nebûn
1925 Hareketi Azadi CemiyetiTahsin Sever · Nubihar Yayınları · 201818 okunma
Reklam
Reklam