Dembaş temaşevanên hêja, em îro bi bernameyeke nû li pêş... henek henek:) ez bûm wek pêşkêşvana TRT Şeşê, tobe tobe :/
Ez ê îro behsa gernameyekê bikim ku ji aliyê Firat Cewerî ve hatiye nivîsîn. Ev, cureyeke xweş e û baş e ku di edebiyata kurdî de jî mînakên wê yên serkeftî hene. Cewerî bi wê kurdiya xwe ya sivik û şêrîn di vê berhemê de me li keştiyekê dike û li ser Deryaya reş derdixe gerê. Em ji vê gerê qayîl in..
Di pêşgotina berhemê de em jê haydar dibin ku di sala 1994an de ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ji bo çar sed nivîskarên ji welatên cur bi cur, bi keştiyê rêwîtiyek li ser Deryaya Reş tê darxistin. Firat Cewerî, yek ji wan nivîskaran e û ji Swêdê tevlî vê rêwîtiyê dibe. Çar salan piştî vê rêwîtiyê, di sala 2000an de nivîskarê me vê rêwîtiyê wek pirtûk dide weşandin û çapa destê me de jî ya duduyan e ku 2015an de ji weşanxaneya Avestayê derçûye.
Nivîskarê me her kêliya vê rêwîtiyê di cem xwe de dinivîse, tê de behsa hûrgilîyên wê dike, behsa bernameyên li ser ziman û edebiyatê, behsa bajarên ku keştî lê disekine, behsa nivîskarên ku beşdarê bernameyê bûne dike û di her firsendê de jî behsa rewşa me kurdan, qedexeya li ser zimanê me û paşdamayîna edebiyata kurdî dike..
Di bernameyan de Cewerî xwestiye bêtir li ser rewşa ziman û edebiyata kurdî bisekine da ku ew çar sed nivîskarên cîhanê bêtir ji me haydar bibin, bi pirsgirêkên me yên neteweyî bihesin û li hemberî rewşa kurdan xwedî helwest bin, bêdeng nemînin. Di nav wan nivîskaran de yên wek Orhan Pamuk, Vedat Turkalî, Can Yucel û hwd. jî hebûne. Cewerî tîne ziman ku nivîskarên tirk li hemberî rewşa kurdan û qedexeya li ser kurdî çiqas bêdeng û bêxem bûne. Ya rastî, ev rexneya wî di şexsê nivîskarên tirk de ji bo hemî nivîskarên cîhanê ye.
Min ev gername bi kêfxweşî xwend, mîna ku ez belgefîlmekî temaşe