Di 1943'yan de ez mudûrê "Dicle Talebe Yurdi" bûm. Rojekê du polês hatin Yurdê û ez girtim birim "Birinci şube" yê. Çawa ez ketim hundir,
sê-çar polês li min civiyan, bi pihînan, bi şeqeman û bi daran bi min ketin.
Ez şaş mam. Lawo ma min çi kiriye?
Mezinê wan got:
"Hi kurê kerê tu nizanî te çi kiriye?"
Min got:
"Na !"
"Ma kero radyoya we tune?"
Min got :
"Heye."
Got: "Xayin lawê xayînan ewqas qawînên(sêlik, plak) xweş ên bi Tirkî hene, çima hûn Yurdê de bi Kurdî difîkînin?"
Sûce min û sebeba lêxistina min, bi Kurmancî fîkandina me bû.
Paşê di 1959'an de li Diyarbekrê, di rojnama "İleri Yurdê" de bi Kurmancî min şiîrek nivîsi. Navê şiîrê "Qimil hat lo Apo" bû.
Hoy babo tu ye û te bi Kurdî nivîsiye...
Celal Bayar û temamê sernivîskarên rojnamên Tirkan rabûn ser lingan.
Hinekan digotin, "Serê wî biperçiqînin."
Hinekan digotin, "Zimanê wî jêkin."
Ez girtim û kirim hepsê. Heta ku min xwe ji nav lepên wan xelas kir, nîvê ruhê min çû.
Lê di vî nîvrihê min ê mayî de, elhemdûlillah îro di paytexta Osmaniyan de, Stenbolê, em rojnama xwe ya bi zimanê xwe dertînin.
Ez gelekî bextiyar im ku min ev roj dîtin, lê heyfa min jî ew e ku gelek hevalên min ên hêja bi vê hesretê çûn rehmetê.
Hêvî û baweriya min ew e ku wê xortên me yên hêja roj bi roj bi vî karê xwe yê spehî dilê min xweş bikin û rûhê hevalên min ên çûyî jî şad bikin.
Berê Kurd bavik bûn. Paşê bûn eşîr. Lê îro ez dinihêrim Kurd êdî bûne millet.
Xuya ye ku bavik û eşîr dîtina wan teng e, tim neyarê hev in. Her bavikek dijî bavikê din e. Her eşîr jî dijminê eşîrek din e.
Di tarîxa Kurdan de bi sed salan ji vî hawî Kurd perîşan û bindest man.
Lê ez dinihêrim îro Kurd êdî ji van dubendiyan xelas dibin.
Dibin millet.
Yanê yekpare Kurd û Kurdistan...
Rojname 29.12.1991 🌾