Ziman giringtirîn berhema kultur e, ev amraze ku bi kultura xwe ya netewî derdibire, yan jî ev qalibe ku kultura xwe di wê de dixemiline. Ji ber ku ziman naveroka pênasa her neteweyekê pêk tîne, asta têgihîştina eqlî, şaristanî-medeniyet- û kesayetî nîşan dide. Di heman demê de ziman pêwendiya rasterast bi siyasetê ve heye. Çarenûs û pêşeroj, rewşa pêşketinê bi siyasetê ve girêdayî ye. Herwiha bi xwe jî wek hilgira ezmûna neteweyê û biryardera sîstema eqlî û kulturî bandor li ser siyasetê dike.
Kurdî
Kurd neteweyeka çil milyonî pêk tînin û di herêmeka stratejik û dewlemend ji aliyê neft û samanên dîtir yên siruştî de dijîn. Hîç girîftên rasterast û kêşeyên siyasî li gel dewletên Rojava nîne û bêşik çi sedema dijayetî nîne li berdem Rojava û Amerîka rabin. Kêşeyên kurd li gel dewletên li herêmê ku ji dîroka duristbûna wan heta îro, serkanî û hokarên hemî trajediyên gelê Kurdistan in. Ji lewma îro roj kurd, di nav nêzîkî hemû welatan û civakên îslamî de, reng e take neteweyek e ku giyana dijmînayetî li berdem Rojava û Amerîka durist nebûye. Ji vê wêdetir, ji dawiya Şerê Kendavê ya Duyem pê ve fezaya hesta giştî û psikolojî ya gelê Kurdistanê beramber Rojava û Amerîka veguheriye dostayetiyê, taybetî jî hinde dostaneye ku gava leşkerên Amerîka û Rojova ji bo şerê dewleta navendî hatine Başûrê Kurdistanê gelek beşên dîtir jî tê de) gelê Kurdistanê wan wek rizgarker (ne ku dagirker) pêşwazî kir. Çimkî bawer dikirin ku ji sitem û reşkûjî dewleteka dagirker wan rizgar dikirin.
Kurdî
Ne Kadar Kitap Kurdusun?
0-30p: Kontrollü okuyucu 📖 40-70p: Hafif bağımlı 👀 80p+: Geçmiş olsun, kitaplar seni ele geçirmiş 😅
Dewleta neteweyî (yan dewleta modern) diyardeyeka nû ye, yek ji giringtirîn encamên rûşengerî û modernîta Ewrûpayê tê jimartin. Di heman demê de berhemeka rasterast a neteweperiyê ye ku di dawiya sedsala hêjdehem, wek sistemeka fikri, kulturî û dawîn îdeolojî ya siyasî li Ewrûpayê derket û berbelav bû. Li gorî neteweperiyê, cîhan ji neteweyên curbicur pêk tê, lewma her neteweyek ji bo ku bikare xwe wek yekêyeka siyasî û kulturî derbibire û cîhek di pêwendiyên gerdûnî de ji xwe re xweş bike pêwîst e pênasaya (identity) xwe hebe (an lêbike). Pêwîst e bixwe li ser çarenûsa xwe ya siyasî biryar bide, berjewendiyên xwe, bi rêya siyaseteka neteweyî ya serbixwe ve dabîn bike. Dabînkirina vê siyaseta bêyî kontolkirina ev xaka ku netewa xwe tê de dijî, yanî bêyî bûna dewleta neteweyî nikare. Lewra damezrandina dewleta neteweyî bû armanca her bizaveka neteweperweriyê.
Kurdî
Ew rewşa piştî şerê Cîhanê yê Yekem, dijwariyên nû bo kultura kurdî astengî derxist û diwareka mezin ya kulturî di navbera bêşên Kurdistanê, bi taybetî jî di navbera Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de, durist kir. Herwiha Kurdistan bi tevahiya ji cîhana derveyî, Ewrûpa, hate birîn û derfeta vê yeke tûnebû û tuneye ku rasterast bi bîr û kultura Ewrûpa û cîhan ve hebe, wek kultura ereb û fars, metirsiyên hêrişên kulturên derekî yên rasterast ji kulturên welatên kolonyal ên Ewrûpî ve rûbirû nemaye, bereks hêriş ji kultura dewletên nasyonal ên ereb, tirk û farisan hatiye.
Kurdî
Evîn oleke bêyî pêxember, oleke bêyî kitêb, oleke bêyî qible ye... Rasterast evîn jî olek e...
Li gor Zerdeştiyê, mirov çi ye?
Li gor ola Zerdeşt, mirov ji sê elementan çêbûye: 1- Laş: Ji axê hatiye û wê biçe axê. 2- Hiş: Mirov bi vê qencî û neqenciyê ji hev derdixe. 3- Giyan: Ji bo ku qencî, ronahî û paqijî winda nebe, ev rasterast bi xwedê ve girêdayiye.
Kurdî