Îşev mêvanê min hat yanê, 20 saliya min hat mêvandariya min wî ji min re qala tiştên ku min nedîtin û bala min nekişandî bûn kir , min jî qala çar salên piştî wî kirin . Yeqîn bikin em gelekî keniyan, kêfa me xweş bû . Me mîna Can Yücel û emrên wî nekir ; me pêşniyar nedan hev , me hev dadgeh nekir bes em ji xwe re keniyan dema ku me qala dema borî kir, jixwe ji me re jî lazim nebû dema bê ...
Tenê tiştekî de em li hev rûneniştin ; Min ji pakêta xwe cixareyek dirêjî wî kir lê wî nekişand...