Ji dostê re çi rêkim, ez diyarî?
Diyar e yar dixwazî min bi yarî
Dixwazim can û dil jê re bişênim
Tenê şerm e, hemî derd û hejarî
Dixwazim herdû çavan jê re rêkim
Bikêr nayên, ji wan her xwîn dibarî
Divêm jê re ziman û dev bişênim
Ne hêja ne şev û rojan bi zarî
Nizanim ez, çi hêja ye ku rêkim?
Cihan pêk ve bihayê biskê tarî
Serî, naçar e min danî li ber pê
Me go: şah im, tu pêlêke siwarî
Tenê xanim, bi nazî hete ser min
Zivistan e, li min şîn kir biharî
Bi wan lêvên şirîn go: rabe seyda!
Tu serbest î ji min çibkî, dikarî
Ji rê ve ez bezîme pê û destan
Bi jor ve hilkişîme ez ji xwarî
Ji bexçê paxilê çûme du sêvan
Ji bistanê riwan dêmên henarî