Bi dengê xwe yê kelogrî, min hembêz neke…
ez li hemana me, û ev şev, girrê xwe ji min û te girtiye.
Bi peyvên xwe yên kelogrî, min maç neke…
ev kolan tazîn e.
Berxê…
Ez ê vê şevê biqurbana te kim, û giyanê xwe
ji te re bikim gîhayên nêrbûnê, da tu di nava
sawêrên min de biçirisî, û li qeraxên
dilbijokiya min biçêrî, û ez jî, di nava ahînên
te de bigevizim.