Çalakiya Xwendina Pirtûkên Kurdî | Kurdce Kitap Okuma Etkinliği
Silav hevalno. Me bi pêşniyara @serfiraz1 û
Hevidar
Hevidar
biryara sazkirina "Çalakiya Xwendina Pirtûkên Kurdî" da. Di meha Nîsanê de, em ê pirtûkên Kurdî bixwînin, jêgirtinên Kurdî parve bikin û -bi kesên dixwazin- em ê pirtûkên Kurdî ji hevdû ra diyarî bikin. Ji kerema xwe beşdarî vê çalakiyê bibin û piştgiriyê bidin me. Bila ev çalakî ji bo kesên ku berê pirtûkên Kurdî nexwendine, bibe destpêkek. Bila beşdarvan şîrove bikin. (Hûn dikarin navê pirtûka ku hûn ê bixwînin an jî navên pirtûkên pêşniyarî binivîsin.) Kesên ku dixwazin pirtûkek diyarî bikin bila di şîroveyan da binivîsin û yên ku pirtûka wan a Kurdî tune bila ji wan ra peyam bişînin. Ez destpê dikim. Ez ê pirtûkek diyarî bikim. Ji kerema xwe parve bikin ku ji bo zêdetir kes bibînin.
Çalakiya Naskirina nivîskarên Kurd û Xwendina Pirtûkên Kurdî
Silav hevalno Weka hûn hemû dizanin em Kurd roj bi roj Dîrok, Çand û zimanê xwe dûr dikevin. Ji bo wê weka birêz Dirêj Mihemed gotîyî "Welat li hêvîya me û xebata me ye." Ez bawerim ev çalakî ya em dest pê bikin jî xebatek pîroze. ji bo Welat, ji bo ziman, ji bo pêşeroja me... Nûha hûn dibejin gelo ev çalakî yek çawa ye? Hevalno
Reklam
Agahdariya Girîng
Silav hevalno. Ger xwîşk û birayên we yên li dibistana navîn da dixwînin hebin, di navbera 4 û 22ê Çilê de demên hilbijartina wane(ders) hene. Heke hûn dixwazin xwişk û birayên we fêrî zimanê dayika xwe bibin, ji nav "Yaşayan Diller ve Lehçeler" da dersên Kurmancî û Zazakî hilbijêrin. Li ser vê mijarê malbatên xwe agahdar bikin. Zimanê me rûmeta me ye. Rûmeta xwe xwedî derkevin.
Silav hevalno!
Wekî hûn dizanin ku me serlêdana pirtûkvaniya li vir kirîbû. Îro moderatorek ji
1000Kitap
1000Kitap
ê daxwaziya me red kir. Sedem "zêdebûna pirtûkvanan" bû. Heke ku zêde be çima hûn serlêdanan qebûl dikin?
Silav hevalno. 🙋🏻‍♂️ Min rûpelek li ser Twitterê ji bo parvekirina rapirsiyên Kurdî vekir. Îro bi rapirsiya yekem, dest bi parvekirinan dikim. Ji kerema li ser twitterê RT bikin û bişopînin ku zêdetir kes rapirsiyên me bibînin. Rapirsiya yekem li ser mijara "Netewperestiya Kurdan" e. Ji kerema xwe pirsên me bibersivînin. Rapirsî anonîm e. Ango ti kes navnîşana maîla we û bersivên we nabîne. twitter.com/RapirsiyenKurdi... forms.gle/1r8SqVanSYUN2q2Z9
Kurdî Kurdî Kurdî....
Silav hevalno, dîsa ez 😊 Em xebatên xwe yê ser zimanê Kurdî berdewamkin...
Reklam