Silav hevalno
Weka hûn hemû dizanin em Kurd roj bi roj Dîrok, Çand û zimanê xwe dûr dikevin. Ji bo wê weka birêz Dirêj Mihemed gotîyî "Welat li hêvîya me û xebata me ye." Ez bawerim ev çalakî ya em dest pê bikin jî xebatek pîroze. ji bo Welat, ji bo ziman, ji bo pêşeroja me...
Nûha hûn dibejin gelo ev çalakî yek çawa ye?
Hevalno hevalên me "Çalakiya Naskirina nivîskarên Kurd û Xwendina Pirtûkên Kurdî" pêşniyar kirin û me bi hevre biryar da em vê çalakîyê saz bikin.
Di meha sibatê de, em ê
Celadet Elî Bedirxan
Dirêj Mihemed (Mehmed Uzun)
Jan Dost
Emînê Evdal
Bextiyar Elî
Hesenê Metê
Helîm Yûsiv
pirtûkê van nivîskarên hêja bixwînin û wan nas bikin. Kesên ku bêjin "pirtûkê van nivîskara li cem me tune ne". dikarin
pirtûkê Kurdî yê Dirokî,yê çîrokî, yê felsefî, yê wêjaya Kurdî jî ( bila Kurdî be çê be bila ew be) bixwînin. Vê pêvajo yê de em ê jêgirtinên Kurdî parve bikin û lêkolînan li ser pirtûka bikin û emê behsa nivîskarên xwe bikin em ê wan nas bikin. Kesên ku pirtûkê wayî Kurdî tune be jî, hevalên me yên xweyî pirtûk bila ji wan re pirtûka diyarî bike. (ji hevre pirtûka dîyari bikin ma tiştek vê xweştir heye?) An jî bila li ser van rûpelê " Kürtlerle ilgili kitapların bulunduğu arşiv kanalı. t.me/KurdishBookss "
" Em bi hev re pirtûkên Kurdî parve dikin t.me/kitebkurdi " Telagramê pirtûka ji xwe re hilbijêrin, bînin û bixwînin. Bila ev çalakî ji bo kesên ku nivîskarên xwe nas nakin û berê pirtûkên Kurdî nexwendine,kesên ku ji zimanê xwe dûr keti re bibe sîrûş û bibe destpêkek.
Wekî din dema ev çalakî ya me xilas bû, di navbera kesên ku başdarî vê çalakiyê bûyîn û şiroveyên xwe nivîsî û pirtûk xwendî. em ê navê wan binivîsînin herin pişkê (kura) û kesa ku navê wi/wê derketîre em ê dîyarî kê jê re bişînin ( Dîyarîkek vê çalakiyê bê bîr bîne) .
Niha hûnê bêjin gelo dîyarîkek çaweye ? Heval
Mekiye Baran pê kuça û pê tiştên xwezayî dîyarî ya çê dike û ev jî rûpela wê ye instagram.com/keviristan?utm_... dîyari ya wê/wî kesa ku qezenc bike ez bawerim Rojda gelekî spehî çê bike.
Belê hevalno, hevalên welatparêz û neteweevîn! Hûnê çi bikin?
- Di şiroveyan de navê pirtûka ku hûn bixwînin binivisînin.
- Vê çalakî yê belav bikin û hevalên xwe di şîroveyan de etîket bikin.
-Pirtûka pêşniyaz bikin.
( Bikin û bikin zimanê Kurdî pêş bi êxînin)
Pêşniyar û piştgirî :
Serhevdehttps://1000kitap.com/ava_muradhttps://1000kitap.com/hevidar56https://1000kitap.com/siyazeyy û
https://1000kitap.com/_Diler7 û çend hevalên din
Ji kerema xwe beşdarî vê çalakiyê bibin û piştgiriyê bidin me.
Silav, xebatxweş.
Di vê mehê de ez ê jixwe pirtûkek bi kurdî bixwînim. Van roj û mehan derfetên min kêm in ji bo xwendinê. Haya min çêdibe ji we nebe lê di vê mehê de ez ê pirtûkekê bi kurdî bixwînim. Sipas... Dembaş...
Du hep pirtûkê Hesenê Metê û du heb pirtûkên Jan dost li Cem min PDF hene. Kî ku bixwaze bila e maila xwe yan jî navê xwe telegramê ji min re peyam bişeyne ez ê ji Ra pirtûkan bişeynim