Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Çalakiya Xwendina Pirtûkên Kurdî | Kurdce Kitap Okuma Etkinliği
Silav hevalno. Me bi pêşniyara @serfiraz1 û @hevidar56 biryara sazkirina "Çalakiya Xwendina Pirtûkên Kurdî" da. Di meha Nîsanê de, em ê pirtûkên Kurdî bixwînin, jêgirtinên Kurdî parve bikin û -bi kesên dixwazin- em ê pirtûkên Kurdî ji hevdû ra diyarî bikin. Ji kerema xwe beşdarî vê çalakiyê bibin û piştgiriyê bidin me. Bila ev çalakî ji bo kesên ku berê pirtûkên Kurdî nexwendine, bibe destpêkek. Bila beşdarvan şîrove bikin. (Hûn dikarin navê pirtûka ku hûn ê bixwînin an jî navên pirtûkên pêşniyarî binivîsin.) Kesên ku dixwazin pirtûkek diyarî bikin bila di şîroveyan da binivîsin û yên ku pirtûka wan a Kurdî tune bila ji wan ra peyam bişînin. Ez destpê dikim. Ez ê pirtûkek diyarî bikim. Ji kerema xwe parve bikin ku ji bo zêdetir kes bibînin.
Çalakiya Naskirina nivîskarên Kurd û Xwendina Pirtûkên Kurdî
Silav hevalno Weka hûn hemû dizanin em Kurd roj bi roj Dîrok, Çand û zimanê xwe dûr dikevin. Ji bo wê weka birêz Dirêj Mihemed gotîyî "Welat li hêvîya me û xebata me ye." Ez bawerim ev çalakî ya em dest pê bikin jî xebatek pîroze. ji bo Welat, ji bo ziman, ji bo pêşeroja me... Nûha hûn dibejin gelo ev çalakî yek çawa ye? Hevalno
Reklam
112 syf.
10/10 puan verdi
Nexweşekî Pir Bêhal e!
Silav hevalno Lêkolîna min de dibe ku ~spoîler~ hebin, li gor wî bixwînin dûr re nebêjin te negotî:) Niviskara me Gulîstan Çoban di sala 1982da li Erxanîyê hatî dinyayî. Zewicandî û xwediyê du zarokan e. Niviskar ji ber jin bûna wê bala min kişand, ji ber ku çend heb niviskarên Kurd xwendiyim lê nav wan de qet jin tune bû û mamoste Gulîstan bû an
Sinem
SinemGülistan Çoban · Dara Yayınları · 201921 okunma
Agahdariya Girîng
Silav hevalno. Ger xwîşk û birayên we yên li dibistana navîn da dixwînin hebin, di navbera 4 û 22ê Çilê de demên hilbijartina wane(ders) hene. Heke hûn dixwazin xwişk û birayên we fêrî zimanê dayika xwe bibin, ji nav "Yaşayan Diller ve Lehçeler" da dersên Kurmancî û Zazakî hilbijêrin. Li ser vê mijarê malbatên xwe agahdar bikin. Zimanê me rûmeta me ye. Rûmeta xwe xwedî derkevin.
Silav hevalno. 🙋🏻‍♂️ Min rûpelek li ser Twitterê ji bo parvekirina rapirsiyên Kurdî vekir. Îro bi rapirsiya yekem, dest bi parvekirinan dikim. Ji kerema li ser twitterê RT bikin û bişopînin ku zêdetir kes rapirsiyên me bibînin. Rapirsiya yekem li ser mijara "Netewperestiya Kurdan" e. Ji kerema xwe pirsên me bibersivînin. Rapirsî anonîm e. Ango ti kes navnîşana maîla we û bersivên we nabîne. twitter.com/RapirsiyenKurdi... forms.gle/1r8SqVanSYUN2q2Z9
195 syf.
·
Puan vermedi
Silav hevalno. Min bi deng lêkolîna vê pirtûka hêja kir, Wextê min ne wî qasî geleke ji bo wê. û ji ber ku em hevalên vê derê hinekî civat bigirin , We bivê bi deng we bivê nivîs. Keremkin guhdarên hêja voca.ro/1c1NDak4Amu7
PIRTÛKHEZ
PIRTÛKHEZ
û youtu.be/Yy2DChdJWBU Lêkolîna Heval
Miheme
Miheme
#120463207
Labîrenta Cinan
Labîrenta CinanHesenê Metê · Avesta Yayınları · 200062 okunma
Reklam
135 syf.
10/10 puan verdi
·
5 günde okudu
... Refa Şîn
Silav hevalno :) Min ji wêra pirtûkeke pir xweş anî. Ew pirtûka
Receb Dildar
Receb Dildar
, ji bo me hemûyan re bila biqîmet be. Hûn bêjin çima..? Ew pirtûk, bi zimanî xwe yê bênexş xwendekarên xwe aciz nake. Pirtûkê da tenê çîrokek tune ye. Her çîrokeke pirtûkê, li bajêrê Amedê, Mêrdînê hatîye nivîsandin. Çîrokê li pirtûkên de bûne mijar ew mijarên me ne. Ji bona min ew mijaran bêhnek bû , lê vê demê jî tê serê me. Çîroka li kêfa min jê re hat ; "Refa Şîn" bû. Dilê min da bû "refêk"... #97350420 Hevalên ku zimanê wan de kêmasî hebe, ev pirtûk xwendina wî hêsane.. Peyvikê nivîskar hiljibartîye dijwar nîne. Xwendekar waxtê pirtûk xwend dikare wan peyva hişê xwe da bigre... Hêvî dikim ku, yê kêmasî ye wî hebe xwendinê de ye kêmasî ya xwe biqedîne... Kêmasîyeke min jî hebe biborînin...
Şikefta Xwekuştinê
Şikefta XwekuştinêReceb Dildar · Avesta Yayınları · 200814 okunma
102 syf.
·
Puan vermedi
Silav hevalno:) Îro min xwest pirtûkekî Kurdî we re bidim naskirin. Sîndîrellaya Tirkan heye û we got qey Sîndîrellaya Kurdan tune ye, Sîndîrellaya me Kurdan jî heye bêguman û navê wê jî Fatfatîlok e. Fatfatîlok keçeke kêfxweş û bextewar e. Lê rojekê diya wê nexweş dikeve û dimire. Bavê Fatfatîlok dizevice. Jinbava wê nebes be tew ser de jî du keçên wê heye. Hun dizanin xwe jinbav û keçên xwe çi tênin serê Fatfatîlok ne hewce ye ji we re qala vê çîrokê bikim... Li pirtûkê çîroka Fatfatîlok ê pêvtir bîst hep çîrokên din hene. Yek yekê xweştir e. Yek me dikendîne, yek me xemgîn dike, yek me dibe salên hizar û nizanim çi... Her çîrokek ger em şîretek bigre. Miheqeq ger ev pirtûk mala we hebe û li ger hun van şevên dirêj de her roj yekê malbata xwe re bixwînin; bi hev re bikenin û bi hev re bifikirin ser çîrokan. Rastî jî ew ê zarokên me dîrok û çanda xwe bi gohdar kirina çîrokan dest pê bike. Em çawa çîrokên dê û bavê xwe, kal û pîrikê xwe mezin bûn ez dibêjim ev heqê wane jî, wan li vê heqa mehrûm nekin. Li vê pirtûka Bedredînê Wanî û Necmettîn Keve du birayên hev du sala nivîsandî ye û çi baş kirîne... Xwe çîrok xweş in lê çîrokên Kurdî ên ha xweş in. Ez peyvên xwe dirêj nekim û serê we neêşînim. Nû fêrî nivîsandina zimanê xwe dibim ji ber ku xetayê min nedîtiye danîn xêra xwe:) Bi xweşî bimînin û mal dernekevin...
Sindirella'ya Kurdan Fatfatilok
Sindirella'ya Kurdan FatfatilokBedredine Wani · Sitav Yayınevi · 20196 okunma
100 syf.
10/10 puan verdi
Bişaftin Penceşêr e.(jiyan bi Kurdî xweş e.)
Zimanê mirovî, welatê mirovî ye. Silav ji we re hevalno! Nivîskarê vê pirtûkê Bahoz Baran wekî Xanî, Celadet, Koyî, Axtepî û Cegerxwînî dildar û evîndarê zimanê xwe ye. Evîna wî, wekî dilopên baranê yek bi yek niqutî dilê wî û niha jî ji wan dilopan bi rêya pênûsa wî ya tûj û geş lêhî li ser kaxidan rakirîye û di encamê de “Ferhenga Bişaftinê”
Ferhenga Bişaftinê
Ferhenga BişaftinêBahoz Baran · Wardoz Yayınları · 201730 okunma
Kurdî Kurdî Kurdî....
Silav hevalno, dîsa ez 😊 Em xebatên xwe yê ser zimanê Kurdî berdewamkin...
55 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.