Va ye ji bakur gel(Med) tê. Ji derên herî dûr ên dinyayê, miletekî mezin û gelek padişah rabûne. Di destên wan de kevan û rim hene. Ew zalim û bêrehm in, dengê wan wekî xuşîna deryayê ye. Ew li hespan siwar dibin, mîna şervanan ji bo şer amade ne. Ew li dijî te ne, ya keça Babîlê. Padişahê Babîlê xebera wan bihîst û destê wî sist bûn. Wekî jina ku zarok tîne, êş û tengasiyê ew girt.
(Tewrat, Yêremya 50:41-43)