"Biliyorum ki, insanlar sadece kendilerini düşünerek var kalıyor gibi görünseler de, aslında onlara hayat veren tek şey 'sevgi' dir. Seven Tanrı'ya , Tanrı sevene yaklaşır. Sevgiyi var eden sadece O'dur çünkü. "
" Tanrı kullarının ayrı ayrı değil, beraberce yaşamalarını istiyor; bu yüzden her birine kendi gereksinimlerini değil, hepsi için gerekenleri esinliyor. "
" jin wek gul û kûlîlk in
hêstiyar û dil sivik in
ev pîrekî ji min re got
di şer de jî bi qewtin ...
belê ji hev hez bikin
hebûna wan rêz bikin
guh nedin gotinên xelkê
ji sêva sor gez bikin..."
" ...
ax jiyan ez ê çawa çardeh qat herim jêr...
zarûkên min hîn piçûk in
pêsîr şîr dimêjn...
mixabin jiyanê jî xwina min mêt
bêdeng bin
ketim...
çavên min vekirî
û
sa'et 4'an çardeh boriyê de
qat'a çardan de ketim...
nan û rûmet ..."
(- Îro kurdekî xebatkerê avahî, li xerîbiyê ji bo parîk nan ket û mir...
- du zarokê wî sêwî man... )
"şşşt!!!!!!!
qêrinî û hawar qedexene
û xewa min pirr girane
bêdeng bin
ji bo parîk nan
ketim...
ji bo parîk nan
tenê ji bo nan
cotkarî,
karkerî,
kar,
karêz,
bê minet û bi rûmet
dixebitim
dixebitim
dixebitim...
bila dayîka min seh neke...
ketim...
bila hevjîna min seh neke
ku xwîna min dilop dilop ji laşê min herikî
bawer nekin
lê ez ketim "
" ji bo parîk nan keko
ji bo parîk nan
ketim..
ketim rêya dûr
ji ber ku
di zarokên min ên piçûk henin
ji bo wan ketim rêya dûr
ji ber ku ew hîn piçûkin
...
ji çavên day'ka xwe yî
ku xwedê qedera wê, bi teniya reş nivîsî...
ji ber ku ez neferê gelekî xizan bûm
ji ber ku bavê min xizan...
ketim...
di berîka bavê xwe yê feqîr da
du kaxet nîv bûm roje ke bêbext
ji dilê wî da bişkuvîm û ketim"
" ger qêrîna min dilê te neêşîne
ez ê vê sibehê bimirim
bese bêdengîya te
dengê min bibihîs
ger canê te neêşîne jana min
raste xorto! em ê hîn bêtir bimirin!
ger jana te gelê te neêşîne
em ê bimirin û hîn bêtir bêtir bimirin
dê îcar jî min nebihîze, ger tu min nebihîsî
wê min li bin siya bedengîya te de daligînin "
"serê vê sibehê zû rabe,
ez ê bimirim
ger dengê min negihe te
ez ê bimirim
(...)
bêj!..
bese! ez dimirim
bese! tu dimirî
bese! em dimirin
zû rabe!
ne bi xêre xew ji me re
bipirs!..
çima ez dimirim
çima tu dimirî
çima em hê dimirin ?"