Dema ku meriv li vê stranê guhdarî dike wekî rihe meriva ji bedena meriva derdikeve û ber bi dawiyê va diçe hêsteka wisa kûr bi mirov re
diafirîne.🥀
youtu.be/xqbbz6SRc0U?si=...
youtu.be/CFyr6V2gFZI?si=...
Nêzî 15-16 sal in ku ev stran di koka guhê min de dilerize û heya îro tîna wê ne kêm bûye, ne jî dengê wê li min xerîb ketiye. Hinek stran hene, ne tenê deng û awaz in ; mîna bîranîneke kûr a ku li ser rûyê mirov rûnıştiye, bi salan re dibin perçeyek ji hebûna mirov. Gava ez li vê stranê guhdar dikim, dem mîna çemê ku di nav geliyan de diherike, di herikîna xwe de disekine. Her gotineke wê, mîna daxeke li ser rihê min, her carê bi rengekî nû û bi wateyekî kûrtir şîn dibe. Ev ne tenê guhdarîkirin e, ev hevaltiyeke bêdeng e ku ji bo min di nava nêzî şanzdeh salan de ne rengê wê çilmisî ye, ne jî wezna wê xira bûye. Heya îro, her cara ku ez lê vedigerim, ez xwe di nava wêneyekî de dibînim ku jê têr nabim.