Puan vermedi·135 syf.··
Beğendi
·
2025 13. kitabı
·
322 günde okudu
·
Okunma: 10 Ekim 2025 21:46
Slav û rêz... Mehmed Uzun ne tenê nivîskarê Kurd e, lê dîroka xwe bi gotinên xwe nû kîr. Waxtê ku em pirtûkê wî dixwînin, em dibînin ku nasnameya me wisa, bi pên û dîl tê nivîsîn... Ji bo min Mehmed Uzun wek rojeke yê. Rojê ku ji dora çiyayên tarî derdikeve. Ew rojê gelê Kurd germ dike û jiyan dide. Ruhê wî hertim di ronahiyê de bimîne.. Di Mirina Kalekî Rind de, Çîroka Kalo û Serdar tê gotin — çîroka xemgîn û hêja ye.. Serdar, li rêya surgunê yê; ji welatê xwe dûr darê û nav derd û bîranînê de dijî. Kalo, mêrê ku rastî û dilpak e. Jiyana wî hemûyî bi deng û stran re tê şopandin. Ew dengbêjek e ku di her gotinê de hest û dîroka xwe dişopîne. Di nav xelkê de bi rûmeta xwe tê nasîn — mirovê ku ji xwe, ji stran û ji dilê xwe nakeve. Billurê Kalo navê dengê wî ye; dengê paqij û nerm ku her kesê ku bihîst, di dilê xwe de dihewîne. Kalo wek deng û stran e ; Serdar jiyana nû, berxwedan û bêhna rojê ye... Serdar li rêya surgunê de , li gundekî Kalo dibîne. Nasbûna Kalo û Serdar gelek taybet û ma'nedar e. Serdar, dema ku Kaloyê nas dike, cîhanê kê nû keşf dike. Piştî wê, Serdar ji gund derdikeve û dare welatekî biyanî de dijî. Dengê Kalo hertim di dilê Serdarê de dijî... Gava paşê dîsa vegere gundê xwe û dibîne Kalo mirîye. Kalo mirî, lê Serdar ne karîbû wî careke din bibîne... Ev e ku çîrokê bi xem û bêdengî tê dawî.
Kurdî
Mirina Kalekî RindMehmed Uzun · Orfeus · 19874,935 okunma
Mamikên Botane
10/10
·119 syf.··
2025 23. kitabı
Zargotina Kurdî yên wekî çîr û çîrçîrok, stran û qewlêrk, qewl û destan dihatin gotin. Mamik jî yek ji van cureyan e û ji nava wan şêwazeka xweser a mamikê heye. Ji ber ku mamik karê êqil e, dema ku mirov bersiva mamikekê digere, divê mirov wê mamikê ji hev veçirîne û her peyveka mamikê di bîra xwe da bigerîne. Gava mirov li mamikan dimeyzîne, mirov rastî hiş û bawerîya gelî, kêf û şahî û fam û feraseta wî tê. Ji ber vê honandina mamikê divê gelek hostane be. Her mamik, bi denglêkirinê dest pê dike, li ser meselê hin mamik bi van denglêkirinan dest pê dikin, "Mamikê mino!", "Tiştekî min heye!" Carna ji bo qafiye xweştir bibe, peyveka din lê tê zêdekirin, li ser meselê, “Mamikê mino mamanî!" an jî "Tiştekî mino tiştanî!" Mamik, bêhtir ji aliye kesên zirek, çavbel, xwezanas û tîyatral va hatine gotin û van kesan hiş û bawerîyên gelî kirine nava gotinê. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje, mamik di heman demê da pêşketina asta zimanî û nêrîna gelî ya li ser jîyanê nîşanî me dike
1000Kitap
Mamikên BotanêMamiken Botane · Wordoz Yayınları · 20174 okunma
Reklam
Puan vermedi·376 syf.··
2025 27. kitabı
·
6 günde okudu
·
Okunma: 13 Ağustos 2025 13:47
Rojen Barnas! Ji Kurda re helbestvanek hêja û neqandîye. Pirtûkên wî li aliyên ziman û wêjeyê de wek axek pir dewlemend bi kar anîyê û nivîsandiyê. Fêm kirin di; her rûpelekê, her rêzekî û her çîrokekî dihewîne, diqewîne û ditewîne… Hinek helbestên wî jî hatine wergerandin mîna Tirkî, hin ji, Ciwan Haco kirinê stran. Û baş e ku kiriyê stran… #HelbestBiKurdîXweşe
Kurdî
KadizRojen Barnas · Nubihar Yayınları · 201328 okunma
8/10
·166 syf.··
2024 19. kitabı
·
7 günde okudu
·
Okunma: 01 Eylül 2024 14:13
Lêkolînên Rohat Alakom rastî jî gelek balkêş in, Nivîskarê me Qers Kaxizmanê dayikbûye. Pirtûkê da behsa serdestiya jina dike gelemperî destan,stran û gotinan da. Hîn pirsên min ne hatin bersivandin Min dixwest wê pirtûkê Jinek binîvîse lê dîsa jî tê xwendin e. 8 puan dayê ji ber ku 50 rûpel behsa memika dike. Wekî din em dibînin di civatê da jina Kurd serdest bûye, û înşalla her dem jî serdest û serbixwe bibe..
Kurdî
Di folklora kurdî de serdestiyeke jinanRohat Alakom · Avesta Yayınları · 201313 okunma
10/10
·152 syf.·
2024 6. kitabı
Silav dostno! Ji ber kû ev pirtûk bi Kurdîye min xwast ez vê nivîsê jî Kurdî binivîsîm. Ji xeynî pirtûkên helbesta, min pêşîya niha pirtûkê Kurdî nexwandi bû. Ev pirtûj ji bo min ya yekemîn bû. Pirtûkên Mehmet Uzun jî ya yekem min xwandî jî ev e. Min ji vê pirtûk ê gelek hez kir û ez bûm dostê Evdalê Zeynikê. Min gelek car navî wî bihîstî bû lê rastî min nizanî bû jiyana wî visa bi kûl û derda derbas bû ye. Lê ez dibêm her mirovêkê bi nav û deng jiyana xwede tengayî û rezilî kişandîye. Kêfa min gelek ji va rojên Evdalê Zeynikê re hat. Dest û dile Mehmet Uzun saxbê. Bimînîn nav stran û xweşîye de. Bi Kurdî bixwînin û bi Kurdî binivîsin. :) Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê
Rojek Ji Rojên Evdalê ZeynikêMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20103,549 okunma
Zarok jiyan e...
Puan vermedi·128 syf.·
2024 26. kitabı
Ev pirtûk ji bo Koroya Zarokan a Çaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê hatiye çapkirin. Ji nava vê pirtûkê çend stran hatinîye hilbijartin û ji aliyê koroyê ve hatinîye gotin. Dawîya pirtûkê de ji bo pirtûk wiha hatîye nivîsand in: "Sedemên ku ev koro hatiye avakirin; xwedîderketin, parastin û pêsdebirina çand û hunerê ye. Xwedîderketina li zarokan, xwedîderketina li nirxên gel e. Her wiha ji aliyê civakî û çandî ve xizmeta pêsketina civakî ya zarokan sedemeke bingehîn a cîhanê ye. Bi vî awayî xem û xeyalên zarokan ew ê berfirehtir bibin û ew ê ji nifsên pêserojê re çanda muzîkê ya durist û bas wekî mîrate bimîne."
Muzîka Kurdî
Baxçeyê ZarokanAram Gernas · Şaredıya Bajare · 20086 okunma
Reklam
Reklam