Ewil em ji hev hez dikin
Lê bi dûre
Em heyfa hezkirina xwe ji hev hiltînin,
Ez baqek kul im,
Li ber te hazir im,
Di destê min de qevdek xencer
Kerem bike
Tu bi kêfa xwe
Ez gîsin im,
Cotê rastika porê te dikim
Xebera te ye ez naêşim,
Ez hesin im,
Lê giriyê te ez rizandim,
Çavên te ez xurde kirim,
Ez kulmek bizmar
Û bihostek zengar
Li ber te hazir im ,
Kerem bike
Tu bi kêfa xwe
Em ji hev re xurt in
Xurt û çawa xurt!
Em di qurtekê de hevdu xelas dikin
Li ser bênderên striyan hevdu pêxwas Dikin
Ez satilek xwîn im
Li ber te hazir im
Bi tiliya qeraqûçkê, min tehm bike
Tu dirijînî, tu narijînî!
Kerem bike