Xwe nasbike!
Puan vermedi
Dema ku min cara yekem pirtûk wergirt, min guman kir ku ez ê di şerê azadiyê de rastî lehengekî birûmet lê bêrûtbe bêm. Lê gava min xwendina xwe qedand, guhertina civaka me, têkçûna nifşê xwe û têkoşîna ji bo jiyanê min hîs kir. Roman bi taybetî li ser koçberîya navxweyî, windabûna nasnameyê û veguherîna têkiliyên malbatî dirawestê; di heman demê de jî trajedîya mirovî, têkçûna ruhanî û şertên ku mirovan di nav pergela ke tund de diguherîne vedikole. Ev berhem li ser rêwîtiya Besri û malbata wî ye, ku piştî heft salan vedigerin gundê xwe yê li herêma Sêrtê/ Dihê- Erûh, ji bo cejnê û dîtina xizmên xwe. Di rê de, ew derbasî deverên dîrokî dibin: Cîhê şerê Emerê Filitê Qito (Dengbêj Aydın), deşta Reşkotan û Elikan, Cemîlê Çeto, Newala Qesaban. Besri bi kurmetê xwe Zeyd re behsa paşeroj, zilmên berê û guhertinên li herêmê dike. Gava digihîjin gund, ew bi xizmên xwe re dicivin, cejnê pîroz dikin, li deverên kevn digerin û bîranînên zaroktiya xwe vedibêjin. Di nav çîrokê de, cihê gundê kevnar, guhertinên jiyanê, têkiliyên mirovan û hestên bîranînê û xwestina vegerê li kokê cihê sereke digirin. Ji bo Besri cihên ku lê mezin bûye, gund û malbat girîng e. Ew dixwaze zarokên wî jî vî cihî bibînin û fêm bikin ku ji ku derê tên. Berhem nîşan dide ku çawa gund û jiyana mirovan bi demê re hatiye guherandin. Berê mirov bi ker a diçûn, niha bi ereba; berê gund tijî zarok bû, niha pîr zêde ne û ciwan diçin bajaran. Gelek caran behsa demên berê tê kirin, ev yek hestên hesret û hezkirina ji bo rojên borî diafirîne. Dema çûbun bajar; nabeyna Besrî û malbata wî ne baş e. Li hemberî bavê xwe û diya xwe hestê ne baş hîs dike. Aliyên herî xurt ê romanê zimanê wî ye; bi zimanekî zelal, hêsan, germ, rast li carinan tûj; zimanekî sade lê herîkbar hatiye nivîsandin. Gotûbêjên
Generalê BêrûtbeÇetin Lodi · Nando Yayınları · 20250 okunma
HEÇKUÎZMA DUXALÎST
8/10
·206 syf.··
Beğendi
·
2025 12. kitabı
·
12 günde okudu
·
Okunma: 26 Haziran 2025 10:52
Lİ DÛ BİHUŞTA BERZE “Heke em mehkûmê zemanekî bin, zeman jî mehkûmê mekanekê ye.” 186 Çîroka Profesorekî ketî duv folklora efsaneyên dîrokê û Sofî Omer. Profesorekî dêya wî Pûr Xanim (Colemergî) û bavê wî Kanî Beg (Cizîrî); profesorekî li Zurîha Swîsrê hatî dinyayê, li wê derê çûyî zanîngehê û piştre, “bo bernameyeke nava zanîngehan tê Amedê, careke din paşve venagere-73” . Çîroka Profesor Mîrza: “,agahî ji Mîrza re tê, KU dayika wî, bi mêrekî Alman re diçe, bavê wî dide dû jineke Fransiz. 74”. “…rojekê nameyek ji welatê biyanî jê re tê KU dibêje; dayika te miriye bila hayê te jê hebe.” 74 Û û û “Jîyana Profesor Mirza hatibû û li gotina “heçku” asê mabû.” Û û û “Hûû Eşimm Wihû! Tûşî Papa! Ho Şaturna!” Û kutekuta dilê wî li ser bêndera şevê gêre dikir. -175 Çîrokeke enteresan, balkêş lêbelê em ê ne li ser tevna çîrokê û teşeya vegotina romanê rawestin, bêtir behsa kesayîya zimanê li romanê bikin. “Êdî qîma dilê wî bi Çİ gotinan nedihat û sebra wî bi ÇU tiştî nedihat. Dinya lê hatibû hev..heçku. Dîsa dihat û diçû xwe li “heçkê heçkuyê” asê dikir. Her tişt jê re bi qasî “heçkuyekê” dûr, bi qasî “heçkuyekê” jî nêzîk bû.” 227 1- Êdî qîma dilê wî bi Çİ gotinan nedihat û sebra wî bi ÇU tiştî nedihat. 2- Dinya lê hatibû hev..heçku. 3- Dîsa dihat û diçû xwe li “heçkê heçkuyê” asê dikir. 4- Her tişt jê re bi qasî “heçkuyekê” dûr, bi qasî “heçkuyekê” jî nêzîk bû.” Ev çar hevokên li pey hev “kesayîya zimanê li romanê” nîşanî me dide lêbelê dîsa jî em li tevahîya romanê binêrin. 1- .. Duxalîzm (cotxalîzm) Tişta li romanê herî ewil bala mirov dikêşe, bikaranîna xalbendîyan e. Ji bo li romana nivîskar a bi navê 4 Kotra 4 Çela bala min kêşabû, bi teybetî min bala xwe da bikaranîna xalbendîyan. Ji vê hêlê ve vegûherîneke darîçav xwe dide xwîyandin. Anarşîya
Edebiyat & Roman
Li Dû Bihûşta Berz EOmer Dilsoz · Peywend Yayınları · 20222 okunma
Reklam
Dayikek wek xezala;
10/10
·168 syf.·
Beğendi
·
2022 25. kitabı
[ Dîya her mirovî weke xezala ye] Dîya we, we dixe derguşekê û derguşa we diavêje nav bahrekê û hûn diçin, bi bêeman û bi girî. Hûn xwe di nav daristanekê dibînin. Li nav ev daristanê, hemû ajal weke di nav bihûştekê dibin dilzîz ji bo zarokekî derguşê. Ev zarok dayikekê dibîne û ew dayik jî xezal e. Xezal jî ji ev zarokê bê dayik dibe dayik. [ Hîsê ewil fedî kirin û raman e] Mezin dibe ev zarok, li derdora xwe dinêre; û li wata jîyanê digere, lê dike û nake nabîne. Li ajala dinêre, li daristanê dinêre, li ezmanê bi stêrk û heyv dinêre û wateyekê derdixe. Tê gotin: "Mirov ramen e." Raste, mirov bi fikirandinê kûr xwe dibîne û dûre derdora xwe temaşe dike; vê dawîyê jî li wata jîyanê digere. Ev seyran ew zarokî bi xwedê naskirin dide. [ Gotinekê bêje; bila hem bikuje, hem jî sax bihêle] Ev pirtûk , pirtûka hemû zarokaye. Her zarok biçûkanî xwe tenê û neçar hîs dike. Ewil bi çarpîka dimeşi, vê talîyê li ser lingê xwe dimeşi û bazdide. Ev bazdan, bazdana rêya bêdawîyê ye. Di rêyê kûr û bêdawî mirov ji xwe ev pirsê dike; Ez kî me?! , Ez çima heyim?! hqd. [ Wate di dilê mirov de ye] Em hemû li mâna jîyana xwe digerin, her ku em digerin bêhtir wate ber bi xerabîyê diçe. Gorî ramanên tassavufê ji bo ev mijarê evê dibêje; " li wata jîyanê bigerin bi aqilê xwe, we nêrî ku aqil xetimî dilê xwe derxin holê. Hûn dikarin wata jîyanê bibînin lê ne bi aqilê xwe, bi dilên xwe." [ Hevaltîyekê rê min bide ji kerema xwe] Mevlana pir pirtûk dixwand. Şems-î Tebrîzî jê re got- Tê bi xwendinê fêr bibe , lê serê pênûsa xwe bişkîn. Ji vê demê pêve rêya min û te rêya evîndarîyê ye. Ew zarokê derguşê ewil jêpirsîn dikir, vê dawîyê dev ji aqil berada û gorî dilê xwe hereket kir û armanca xwe bi ronahîya xwedê dîyar kir. [ Wate, ne di nav pirtûka de ye] Dibêjin hemû pirtûk lîstokên
Kurdî
Hay bin Yakzanİbn-i Sina · Yapı Kredi Yayınları · 20246,3bin okunma
stêrk
Puan vermedi·464 syf.··
Beğendi
·
2021 11. kitabı
Gerçekten mükemmel bir kitap. İnsanı içine çekiyor, çoğu zaman hüzünlendirip, çoğu zaman yüzümüzü güldürüyor ve çok akıcı. Mehmed Uzun da kitabında susmuşların ve susturulmuşların hawarlarını dile getirmiş. Kitabında aşkı ve kendi topraklarından sürgün edilmeyi konu edinmiş. Güzel bir eser, okumanızı tavsiye ederimm.
Dicle'nin SürgünleriMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20142,249 okunma
Puan vermedi·191 syf.·
2021 7. kitabı
Di vê pirtûkê de gelek cîya de hest bûm. Lê hinek ciya de zaftir hest bûm, stêrk ji çavêm hatin, di hinek çîya de jî min nikaribû bi kenê xwe bigirtina. Ji wan ciyê Stêrk ji çavê min hatin yek di pelên 57 de (dema bavê Hz. Ebubekir îman tîne. Resulullah (s) jê (Hz. Ebubekir) dipirse dibêje tu çima digirî? Dewama wê di pirtûkê deye :) ye. Ya din jî di pelê 90-91 î deye (ji sehabeyan Sewban gava ku devê derîyê mala xwe difikire û digirî... Dewama wê ji di pirtûkê deye:). Ew ciye ku kenê min hat(bişirîm) ji ev bûn: Di pelê 142 ya de wextê emr bîn es dipirse ; " Ya Resulullah! Di nav eshab de yê ji bo we herî zêde hezkirî kê ye?" Bersiva Resulullah (s) ji dîsa hûn karin di pirtûkê de bibînin :) Cîyê diduyan ku kenê min hat vêga nayê bîramin:( Pirtûkeka pir xweş bû. Min hê carekê Pirtûkeka Kurdî bi temamî xwend. Ev pirtûka ku Muhammed Emîn Yildirim nivîsanfîye ji pênc beşa pêk tê. •Di Beşa Destpêkê de; exlaqê hezkirinê, •Di Beşa Pêşîn de; divê em Pêxemberê Me (s) çima û çawa hez bikin, •Di Beşa Duduyan de; sehabiyan ji Pêxemberê Me (s) çawa hez kiriye, •Di Beşa Sisyan de; Pêxemberê Me (s) çawa ji sehabiyan hez kiriye, •Di Beşa Çaran de; Pêxemberê Me (s) ji umeta xwe çawa hez kiriye.
Kurdî Dîn
Ji Pêxemberê Me (Sav) Mîna Sehabıyan HezkirinMuhammed Emin Yıldırım · Siyer Yayınları · 20164,263 okunma
Puan vermedi·160 syf.··
2021 16. kitabı
Hemû çîrok xweş bûn lê ya herî xweşa min çû çîroka dîyariya kawa nemir bû . Çîroka din jî çîroka bi navê Stêrk bû . Çîroka stêrkê pir bandor li min kir.
KelehŞener Özmen · Lis Yayınları · 201211 okunma
Reklam