-Ev çima kêfa van ji cudayiyê re nayê ?
-Çima dixwazin her mirovî bikin wekî xwe?
Ez li raza vê xwesteka seyr ya mirovan digeriyam,bê çima ji nijadeke din, ji rengekî din, ji zimanekî din, ji mirovên din hez nakin.
Ew xeyala ku dixwest hemû reng ji holê rabin û dinya yekreng be, yan jî hemû mirov bişibin hev û cudayiyên wan nemînin ez ditirsandim û tevzînok dixist laşê min.
“Bana güvenmeyenlerle karşılaştığımda, tek başıma kaldığımda, elimi kolumu bağlayan bir tür boşlukta hissediyorum kendimi. Bu halimi tam da anlayabilecek kişisin sen… “