Ay lo dilo, neçaro dilo
Xwûniyo dilo, bê 'aro dilo
Te di serê min de nehiştiye ne hiş e ne aqilo
Ay lo dilo tu delal î
Tu çira bi ro digrî şev dinalî
Ma ne bes e ji te re, te ez xistim vî halî
Xwûnîyo bes e, neçaro bes e
Ez î kal im dilo
ma tu qe kal nabî dilo
Ay lo dilo, mal xirabo
Ma zuhar tu tameşe nakî
Li xelk û 'alemê
Li 'erd û milkan
Li qesr û qonaxan
Dilîzine bi peran û zêran
Ma zuhar tu tameşe nakî
Li halê min ê xerab
Li nigê xas
Li serê serqot
Li bejna bê keras
Li dilê min î aliyêkî bi kulo
Ay lo dilo!
Felekê tu xapandî dilo
Çûkiya 'imrê te da li her çar aliyê cihanê tu gerandî dilo
Ti carî tu nehebandî dilo...
Baqî Xido