Ger çavên min birjînî jî, dikarim bibînim te,
guhên min jêbikî jî, dikarim bibihîsim te,
û bêyî nig jî dikarim bême cem te,
û bê dev jî dikarim sond bixwim bi te,
çengên min bişkînî jî, mîna desteki
digirim bi dil te,
dilê min raweste jî, wê mêjiyê min bijene,
mêjî bişewitînî jî,
ezê te bi cî bikim di nav xwîna xwe.