Başka kızlar güzellik merkezinde bakım yaparken, kıyafet dolabını doldururken, gratiste sıra bekleyip paralarını geçici şeylere savururken, sen bütün paranı kitaplara harcayan o kızsındır. Aşko kuşko kızlar mı daha çok değer görüyor yoksa sen mi bi düşünmediğim değil. 🥲🙂 Neyse kitaplarım ve ben mutluyuz şimdilik.
Hîcret
Dixwazim li hemam û meyxaneyan
te yad bikim, Hafizê pîroz,
Gava radike yar wê xêliya serçavan
dihejîne zulfên emberî û keziyan
Belê, pisepisa evînî ya şaîran
horiyan jî derdixe ji rêyan.
Goethe
Ji dunyayê çawa çûne
Ji dunyayê çawa çûne
evîn û sedaqet û bawerî,
û wiha biha qehwe,
û wiha kêm pere! - - -
Namînin lîstikên zaroktiyê
û namîne tiştek -
pere û dunya û dem,
û bawerî û evîn û sedaqet.
Heinrich Heine
Şair
Evîn wek dijminê min e!
Dixwazim îtîraf bikim
ku distrêm bi dilê xemgîn.
Mêze ke carekê li mûman
bi ronîkirinê xwe dixwin.
Êşa evînê li cîkî digeriya,
Yekî perîşan û gelek tenha;
Dît wê dilê min ê xemgîn
û di valahiyê da çêkir hêlîn.
Johann Wolfgang von Goethe
(1749-1832)
Cesaret û Zanîn
Helbestkarî cur'et e,
Bila kes lomeyan neke li min!
Wek min azad û bextewar,
Û xeşîm bin hem xwîn ar.
Ku her dem dikşînim êşê,
Tahl be jî bi min,
Dîsa jî ezê ji we
Dilnizimtir bim tim.
...
Johan Wolfgang von Goethe
Fikra azad
Bihêlin siwarê hespê xwe bim!
Bimînin hûn li kon û koşkê xwe!
Û diajom bextewar ber bi biyaniyê,
Li ser kumê min stêrk tikûtenê.
Wî peyda kir ji bo we stêrk
Da bibînin hûn av û rêç,
Li jor mêze kin hûn bê sekan,
Bo ku bigrin zewq û sefa.
Goethe
Pênc tişt
Dernayê tu tişt ji van pêncan
Guh bide tu van şîretan:
Ji sînga qurre nawelide dostî;
Hevalê xirabiyê ye bênezaketî;
Xêrnexwaz nabin mezin tucarî;
Gunehê çavnebara nayê bi feqîra;
Pûç e hêviya derewkar bi bawerî û sedaqet';
Bigre bi van; bira neşêlîne tu kes te ji wan.
Goethe (1749-1832)
Hinekî zêdetir ronahî...
Dostî
Dostî, evîn, teberuka weliya,
Bihîst min pesnê van hersêya,
Min jî pesin da û geriyam li wan
Heyhat! Qet rast nehatim li wan.
Heinrich Heine (1797-1856)
Ji min tiştek derneket; tiştek ji şairtiyê zêdetir.
Bi xatirê te
Dergûşa bedew a êşên min,
Mezelê bedew ê aramiya min,
Bajarê bedew! Divê ji hev biqetin em-
Bi xatirê te! diqîrim ji kûrahiya dil.
Bi xatirê te, şêmûga pîroz,
Ku delalîka min bû li wir dilsoz,
Bi xatirê te, ciyê pîroz,
Ku li xwe werqilîm li wir ez.
Şehnişîna dilan ya bedew,
Nedîta min tu qet ti dem,
Tucarî nedimam ez
Wiha bêhêz û bêdeng.
Heinrich Heine
Mîna kulîlkekê yî tu
Mîna kulîlkekê yî tu
Wisa sadiq û bedew û pak,
li te mêze dikim ez,
teng dibe dil li min.
Bi min wisa tê divê ez
destê xwe di serê te bidim
bi dua ji Xwedê ku bihêle te
wisa pak û bedew û sadiq.
Heinrich Heine
Name
Nameya ji min ra nivîsiye te
min natirsîne qet.
Naxwazî tu îdî ji min hez bikî,
lê wê nameyê dirêj dikî.
Donzdeh rûpelên tije û bedew!
Muswedeyek biçûk e ew!
Ewqas dirêj nanivîse meriv,
gava xatir dixwaze.
Heinrich Heine