Li rojavayê Kurdistanê, sala 1948an li gundê Otilche hatiye dinyayê. Zaroktiya wê li bajarê Dirbêspiye derbas bûye, pişt re derbasî bakurê Kurdistanê dibe û ji wir diçe, li Stembolê bi cih dibe. Nêzîkî deh salan jiyana xwe li wir derbas dike. Piştî Stembolê diçe Ewropa û li wê derê bi temamî dimîne. Ji sala 1990î ve bi malbata xwe re li Norwecê dijî.
Nisebîna rengîn
Bû hewar û qerîn
Min got: "bira j'bo çi?"
Ev nalîn û girîn
====
Bezîm ez bi lez
Wek dîn û serxweş
Min go hey dinyayê
Bextê me çi reş e...
Çavê belek, biskê xelek
Li ser wî rûyê şêrîn
Nayê jibîrkirin ew yar
Winda nabe ew zêrîn
Ji rojhilat yan ji rojava
Ji kîjan alî hatiye?
Got çima tu dipirsî
Ew bi eslê xwe Torî ye..