Dilşad Muti

Rêya Kadizan yazarı
Yazar
9.0/10
2 Kişi
4
Okunma
2
Beğeni
442
Görüntülenme

En Eski Dilşad Muti Sözleri ve Alıntıları

En Eski Dilşad Muti sözleri ve alıntılarını, en eski Dilşad Muti kitap alıntılarını, etkileyici sözleri 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
"Mala zalim û neheqan ne ava be xwarzî. Leşkeriyê ji gundiyan xwest ku sîlehê bigrin. Wan jî qebûl nekir. Piştre sibehê zû girtine ser gund û hema ji xew şiyar kirin û gotin gund biterkînin. Pê re agir berdane gund û tev şewitandin.
“Xwedê mala neheqan xira bike yabo... Lê ez ber tiştekî nakevim. Ew ji min re bûye kul û qehr ku wan kuçikbavê cehşan jî arî wan dikir."
cehş/ qoricî
Reklam
Çi rewşek xeter e, ku mirov nikaribe bi zimanê xwe yê dayikê bixwîne û binîvise. Çi rewşek kambax e, mirov ne bi zimanê mirov be. Ne sûcê te ye Mêvano. Bila ew yê bûyî sebeba vê yekê xerq bibin, ku ev ziman welê bêxwedî maye. Bila ew yê ku bûyî sebep, tovên wan biqele, ku ez û tu nikarin “Mem û Zîn" a dil bi êşê doz û wêjeya Kurdî, “Hey av û av" a hemrazê firinde û teyran, “Reşbelek” ên seydayê kezeb şewitî û “Dîwan”a şêxê şahê şahan yê şi'r û nezmê, bi zimanê xwe bixwînin... Heke tu hez ji zimanê xwe dikî, ez jî ewqas ji zimanê xwe hez dikim bavo. Ma çi zêdeyiya te ji min heye? Ma qey haşa Xwedê zimanê te ji yê min baştir û paktir emir kiriye? Yê te zêr û yê mîn gû jî be, wekî bav û kalên min gotî; ez gûyê xwe bi zêrên te nadim heyran...
“Birako, ez jî kurê wê axê me. Vê dozê ez jî nas dikim û heta merhelekê dipejirînim û diparêzim. Lê ciwanên Kurd yên xwendekar hinekî ji rastiya civaka Kurdî cudatir in. Yanî ji rastiya xwe hinekî dûr ketine. Mesela keçik û kurik bi hevdu re di xaniyekî de dimînin. Gelek ji van ciwanan ji doza Kurdî bêhtir doza komînîzmê dimeşînin. Nimêj, rojî û tiştên welê di nava wan de qet tunînin. Heta wirdetir jî dicing û tinazên xwe bi îbadet dikin. Nabêjin dê û bavên me vî taetî dikin û bi vê baweriyê ve girêdayî ne. Hema qene bila em hurmeta baweriya wan bikin...""
Rojekê min disa di wolkmana xwe de li bandeke Fethullah guhdar dikir. Min meyzand dibêje: Mehmedokên me wekî şêran bi qehremanî li rojhilatê li hemberî terorîstan şer dikin û şehîd dikevin. Min jî hema band derxist û min li bin guhê erdê da. Min got biqeşte bi xwe û mehmedokên xwe ve. Vêca bi ser de, dibû ihî ihîya wî û xwe digriyand jî. Zilma ku dikin nabêjin, mehmedokên xwe wekî milayîketan didin xuyakirin...”
xwendivanekî kurd behsa rojên xwe yî nav cemaata fethoo dike.
"Yawo mirov çawa aciz nebe! Diçin xortên me dikujin, gund û bajarên me dişewitînin, ya nemayî tînin serê me, hêjî Kurdên me di nava wan de cî digrin û xizmeta wan dikin.”
Behsa Kurdên xwe firotî poşêtek meqerne dike
Reklam
21 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.