Husein Muhammed sözleri ve alıntılarını, Husein Muhammed kitap alıntılarını, Husein Muhammed en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Leyla,
pirça te min hemêz dike.
Leyla, êdî dereng e.
Her nêztir dengê henaseya te dibîzim
û pirça te
dadikeve ser min.
Hest bi henaseya te dikim,
Leyla!
Tu hatî,
hatî min hemêz bikî.
şiliya hilma te
seh dikim.
Hest pê dikim
ku leşên me digihin hev,
di nav tarîtiyê de
hilma te li rûyê xwe hest dikim.
Leyla-aa-aaa!
şeydadiya te
şemalek şêtiyê
di min hilkir
agirê min
çirûsk dan şevê
deriyê zindana tarî vekir
li gel min were
nîr û zincîran bihêle
di derî re derkeve
li gel min were
çimkî newêrim
bi tenê ronahiyê bibînim
li kolanek tarî
kurrek keçekê li ber dîwarî maç dike
li salona restoranê
til bi tilan dilîzin
li ber maseyek din
destê zelamekî li ser ranê jinekê
çima
ji ber çi
li her derê
wêneyê te
li ber çavê min e
her der basa te bo min dike
rûniştek me vedixwînin
nav bihara gulan
ber siya daran
nav mêrgan
maseya tarî
li kuncika xwaringehê
bo min û te raxistî ye
çima
ji ber çi
her der
basa te bo min dike
bi şev
canê min
di nav daristanên tarî re meşî
di ser çeman re derbas bû
kar bû deryayan
li nav baranê
li xanîkê te gerrî
û gihişt odeya te bêyî derî vebe
çok da ber doşeka te
li te ya di xew nerî
lêv nîv-vekirî bûn
sîng bi bêndanê re bilind dibû
pirça xelekî li ser balguhî bû
Pêşî
Xwedê bi hesûdî li te dinerî
li bedewiya te
li çavên te
û Xwedê xwest
bi bedewiyê
rikeberiyê li gel te bike:
çem û çiya,
derya û daristan afirandin
lê bedewiya kaniyan
tenê awêneyên bedewiya te bûn
candar liv û lebatên xwe
ji bejnûbala te fêr bûn
gulên mêrg û çîmenan
bêna xwe ji te wergirtin
û deşt û zozanan
dirûvên xwe li ber wêneyê te
nîgar kirin
lewre Xwedê di rikeberiyê de xusirî
û daket ser lêvên te.
Tama Xwedê
ji lêvên te seh dikim
Tilîliyên jinên dawetî
perdeyên guhên min
diperritînin.
Kêrên qesaban
min ker dikin,
nîvî ji min dibin.
Gurmîna daholan
di guhên min de deng vedide,
kela xwîna min
di bin xwe ve dihêlin
û Leylayê dibin bin konek din.
Wê şevê
kerba min welidî
û kîna min kelî.
Spêdeyê
rondikan
rêya min
bir çolê.