Husein Muhammed kitaplarını, Husein Muhammed sözleri ve alıntılarını, Husein Muhammed yazarlarını, Husein Muhammed yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Pêşî
Xwedê bi hesûdî li te dinerî
li bedewiya te
li çavên te
û Xwedê xwest
bi bedewiyê
rikeberiyê li gel te bike:
çem û çiya,
derya û daristan afirandin
lê bedewiya kaniyan
tenê awêneyên bedewiya te bûn
candar liv û lebatên xwe
ji bejnûbala te fêr bûn
gulên mêrg û çîmenan
bêna xwe ji te wergirtin
û deşt û zozanan
dirûvên xwe li ber wêneyê te
nîgar kirin
lewre Xwedê di rikeberiyê de xusirî
û daket ser lêvên te.
Tama Xwedê
ji lêvên te seh dikim
Tilîliyên jinên dawetî
perdeyên guhên min
diperritînin.
Kêrên qesaban
min ker dikin,
nîvî ji min dibin.
Gurmîna daholan
di guhên min de deng vedide,
kela xwîna min
di bin xwe ve dihêlin
û Leylayê dibin bin konek din.
Wê şevê
kerba min welidî
û kîna min kelî.
Spêdeyê
rondikan
rêya min
bir çolê.
şeydadiya te
şemalek şêtiyê
di min hilkir
agirê min
çirûsk dan şevê
deriyê zindana tarî vekir
li gel min were
nîr û zincîran bihêle
di derî re derkeve
li gel min were
çimkî newêrim
bi tenê ronahiyê bibînim
Bejna çinarê
ranên girrovirr
lêv…
Leyla-aa-aaa!
Canê min, canê te,
ez, em
beden li bin bedenê
Li kela berriyê dimirim
Leyla-aa-aaa!
Gur, hilma germ ya şêrî
mar û margîsok jarê diavêjin
Leyla-aa-aaa!
Leyla,
pirça te min hemêz dike.
Leyla, êdî dereng e.
Her nêztir dengê henaseya te dibîzim
û pirça te
dadikeve ser min.
Hest bi henaseya te dikim,
Leyla!
Tu hatî,
hatî min hemêz bikî.
şiliya hilma te
seh dikim.
Hest pê dikim
ku leşên me digihin hev,
di nav tarîtiyê de
hilma te li rûyê xwe hest dikim.
Leyla-aa-aaa!
Hezar û hezar salan
li vir darek hebû
Ez ew dar im
ya hezar û hezar salan
li vir bû
Piyên min
bûne
rehên kûr
destên min
digihin esmanan
Leyla-aa-aaa
Li te digerrim
mîna dara li vir bû
li te digerrim
dara hezar û hezar salan
li vir bû û bi te şewitî
çavên xwe digirim
û tu têyî bîra min
nermiya destên te
germaya lêvên te
çavên te yên xewokî
bersîngê te yên destên te li ser
kenê te tê bîra min
kenê seyr
kenê matker
û peyvên te tev tomarkirî ne
di dilê min de
her tişt tê bîra min
her gavê cihê xwe
bi derziyê di min koliye
bi xwe dagirtiye
û avis kiriye
li kolanek tarî
kurrek keçekê li ber dîwarî maç dike
li salona restoranê
til bi tilan dilîzin
li ber maseyek din
destê zelamekî li ser ranê jinekê
çima
ji ber çi
li her derê
wêneyê te
li ber çavê min e
her der basa te bo min dike
rûniştek me vedixwînin
nav bihara gulan
ber siya daran
nav mêrgan
maseya tarî
li kuncika xwaringehê
bo min û te raxistî ye
çima
ji ber çi
her der
basa te bo min dike
li ser rûnişteka li ber siya gûzê
li perava deryayê
dema ba pêlan diajon hingura êvarê
li kuçe û kolanan
li ber çavê her kesî
li meyxaneyê derengî şevê
dema badegêrrên xewto dixwazim me derxin
li pirtûkxaneyê li ber stara refên paşîn
li dikanê dema dikandar ber li derek din e
daku gustîl û guharan bo te ji şûşebendê derbîne
li giravekî ku ti kes din lê nebe
li sînemaxaneyê
li virtîvalahiya pêşandana pîştî nîvro
li ser qerriseya deryaçeyê
dema maç lêvên qerrisî germ dike
li nav nivînan piştî evandinê
di asansorê de ji qatê yekê ta yê şeşê
li xîzgeha peravê ji ber germaya rojê betilî
di hênikahiya peristgehê ve
dema oldar bo maça me lava dikin
li seyrangehê
û li her cihê pirr mirov lê hebin yan em bi tenê bin bi roj êvaran bi şev spêdeyan zû û dereng li şirrikbaranê yan kela tavê dixwazim te maç kim
Carekê
li vê jiyanê yan di xewnê
min basa evînê dikir.
Tên bîra min ew helbest
yên tê de yekî basa evînê dikir
- min yan kesek din -
û bawer dikir, bi xwe dida bawerkirin
ku evîn xwişka bedewiyê ye
û evîndar bi maçan dijîn.
Min nedizanî,
yan kesek din nedizanî,
ku evîn jan e,
giyanê dihelîne
daku duyan bike yek.
Pelatînk
xwe diavêje nav agirî
û dişewite
daku bi xwe jî bibe agir.
Maç kesî ji mirinê ranake
lê dikuje.