Nalbendên ji Geverê hatibûn nalên hespan, mehînan, hêstiran nû kirin. Kurtan, zîn, lixav, hevsar, teng, beroke, palî û hemû bend û barên dewaran pêk anîn. Jinan jî nivînên zivistanê, berên nexşîn, mêzer, merş, xurcik, taq, teyname, nemed, cilên din ên raxistina erdê, ên xemilandina konî ji nû ve şuştin veşuştin. Sefarên ku ew çend roj bûn li gundî, mencel, mencelok, duhingilk, zerik, layî, lengeyî, sînî, legen û amûrên din ên sifir sipî kirin. Zilam û zarokan cil û bergên xwe gişt guherîn. Bi rojan balava jin û mêrên zozanî dom kir. Reng û rûyê rêwîyên zozana havînê gişt guherî. Xemilandina bêrîvanên jin bi rewşa herî xweşik bû. Çavên xwe ên kildayî, xizêm, belbî, guhar, gustîr, stûvanîk, bazin, xirxal, kemer û çekên din bi ser xwe helawîstin, daketin nav kolanên gundî, çûn ser banan, li bersivkan gerîyan, li eywanan pal vedan û çûn ser kanîya nav gundî û rojên xwe ên dawîyê li gundî tijî kirin. Çûyîna warê havînê ji bo gundîyên deştê û gelîyan wekî eywaneke azadîyê, kar û xebatên hilberînê, şûnwarekî geştê, seyranê û govendê dihat zanîn. Ji ber vê taybetmendiyê, gundî ji bo çûna warê havînê pir keyfxweş dibûn.