Tertilî Hurmiz
Ji ber Ehreman;
Derket ji qadê
Hê jî rû li ken.
Sist bû bayê reş
Derket ji meydan.
Bayê kur bi zor
Himbêz kir cîhan,
Bakur
Wergirî
Holê bû Bahoz.
Cîhan
Seranser
Bû dûman û toz.
Dinya ma li ber
Dêwê har û reş
Kambaxker e ew
Mêrkuj û keleş
Ji bo demekê
Cîhan ma bi wî.
Dibûne Xwedê.
Di nav wî cî.
Xudakî bêvac,
Xudakî cebbar,
Karê wî kambax,
Gelek zînatkar
Vî bayê bêbav,
Cerg û hinav pat,
Bahoz,
Bê doz.
Wekî Ruhistîn
Bi ser me de hat.
Bahoz!
Bahoz!
Rûyê erdê tev,
Bû dûman û toz.
Stûn bi stûn
Gihan ber ezman
Ricifîn û lerizîn.
Gihaşte cîhan
Boblat,
Boblat...
Ev çi bela bû
Bi ser me de hat?
Ey ke'ba qewmîyeta min Şex Seîdê Kal! Te... te... te...zincîra dîlîya qewmê min bi zexmîya dil, piranîya zanîn û bi rastîya xwe qetand. Wekî şêr ku ji qefesê bi derkeve. Ev qewmê ku çarsed hindê sal in xwe ji bîr kiribû, xwe winda kiribû, bênav û bêzanîn mabû, ketibû xewa mirinê, di wê xewê de ew şêr, te hişyar kir. Neyarê ku dixwest me û navê me û zimanê me ji dinê hilîne te di destê wî de lê da û şikand. Ji roja ku te serî danîye û vir de kîjan Kurd çi bike û li Kurdistanê çi bibe hemû kurê te ne, çi ku bingeha wî xanîyî te veda û hîmê wê te danî.
Piştî safîbûna şerr çîrrokek Hesenê Pûto û jina wî heye ku di vir da hêjayê gotinê dibînin.
Dibêjin: gava şerr kuta zabitên Turkan û mêrxasên Kurdan bo şûştin û kefenkirinê danîn ber hev. Di nava kuştiyên Kurdan da cendekên sê kurrên Hesenê Pûto hebûn, ku bê wan tu kurrên wî tinnebûn. Dema mela dest bi şûştina kuştiyan dike. Hesenê Pûto jî li diyarêcendekan qelûna xwe dadigre û lingên xwe dide ser hev bi dilekî xurt û behneke fireh qelûna xwe dikêşê û di bin killorên dûyê qelûnê ra li cendekên her sê kurrên xwe û zabit û qumandarên Turk dinhêrre. Wê hingê diya wan her sê kurrên Hesen ên kuştî tê û bi ser kurrên xwe da digirî. Gava Hesen giriyê jina xwe dibîne, dibêje:
-Jinik, ji kurrên xwe ra megirî, kurrên te îro, ne ên girînê ne. Ji min ra bigirî ku, nizam di roja kuştina min da jî, wek kurrên te cendekên zabit û qumandarên Turkan dê di rex min da hebin an na?!...
Li ser gotina Hesen diya her sê kurran dît ku mirina kurrên wê di rêyeke gelek bi rûmet da ye, êdî nema giriya û çû rex mêrê xwe Hesen û ji wê nêhrreka bi rûmet mêze kir.