Yek ewran dicivîn,
Ê din ji hev dirrevin,
Dikin şerr,
Bi awirr.
Yek hûye Hurmiz
Rûgeş û li ken.
Ê din bêmirês
Wekî Ehremen.
Li rûyê erdê,
di nava ezmên
Ewrên reş,
Ewrên gewr,
Rast û çep
Diçin tên.
Tertilî Hurmiz
Ji ber Ehreman;
Derket ji qadê
Hê jî rû li ken.
Sist bû bayê reş
Derket ji meydan.
Bayê kur bi zor
Himbêz kir cîhan,
Bakur
Wergirî
Holê bû Bahoz.
Cîhan
Seranser
Bû dûman û toz.
Dinya ma li ber
Dêwê har û reş
Kambaxker e ew
Mêrkuj û keleş
Ji bo demekê
Cîhan ma bi wî.
Dibûne Xwedê.
Di nav wî cî.
Xudakî bêvac,
Xudakî cebbar,
Karê wî kambax,
Gelek zînatkar
Vî bayê bêbav,
Cerg û hinav pat,
Bahoz,
Bê doz.
Wekî Ruhistîn
Bi ser me de hat.
Bahoz!
Bahoz!
Rûyê erdê tev,
Bû dûman û toz.
Stûn bi stûn
Gihan ber ezman
Ricifîn û lerizîn.
Gihaşte cîhan
Boblat,
Boblat...
Ev çi bela bû
Bi ser me de hat?