Veger
Evê dewrê da kê bê welat e,
Kê bê dewlet e, bê tac û text e,
Dîlan-daweta evdên nemerd da
Sêwîkî jarî bê maf û bext e.
Destê xelqê da diravê hûr e,
Yan gere xerc be, unda be, here,
Yan jî mîna min bêçar, bizêre,
Li pey vegerê bi êş bigere...
Eskerê Boyîk
Kilama Kurmancî
Carna têyî ça huba dê,
Çewa ziyaret tiberik lê,
Ber bêşîkê dibî lûrî,
Ser lêvê diya çewa horî,
Tînî xewa zaroyêd Kurmanc,
Ku mezin bin bibine sertac,
Ku mezin bin dewra hanê,
Rabin, xweykin Kurdistanê.
Simoyê Şemo
Bextê heqiyê ketiye kêvir, Êzdiyo kuyî, diyar be,
Rehmeke xêr bavê dinê, belkî îsaf hişyar be,
Qelpî, qûlpî bêne hildan, dev ji cegera hev berdin,
Dinya sar bûye, bêîtbar bûye: Êzdiyo, gidî, diyar be.
Bese, lo-lo, bes e lê-lê, pir şerme,
Gazinê zar û zêça her ro bêne ser me.
Bidirînin van çeperêd nav welêt,
Çar hemêz bin, ku bîna me bê ber me.
Rizaliyê Reşîd
DIGERIM
Ez goncalê Rojhilat im,
Ez bêçar im, çar digerim.
Ez li welat, bêwelat im,
Ez bêwar im, war digerim.
Va çi qeyd e, va çi bend e,
Li serê min seyîd çend e?
Diyara min dewlemend e,
Ez bêpar im, par digerim
Ez Şamil im, va çi jan e,
Va çi tajan, çi lêdan e?
Evîna min Kurdistan e,
Ez bêyar im, yar digerim
Şamilê Esker
Rûyê ezman sayî bû,
Li malê me şayî bû.
Ewrek reş girt serê me,
Malê me bê xayî bû.
Hilweşiya gundê me,
Şehîd bûne çendê me.
Ev xûn li erdê namîne,
Heye ji dil sondê me.
Serê kanî pêjik e,
Rojê me sor nêzîk e.
Waranê bav, mam, xalan
Ji neyaran gêzî ke.
Şamilê Esker