Di şeva hîcranê de
Ji berê bêtir ji te hisdikim
Ji sorê te, ji keskê te û ji reşê te jî hesdikim
Ji rêvîyen te, yên kû ne ma li hilînîn xwe ve digerin...
Ne milk e li Mem û Zînê
ne evîn, ne evîndar î...
Evîn biharek e dînê!
hesinkerekî dil dayê, dildar ma.
temendîrok û dozdar ma.
û li pey,
li vî çiyayî, li vî beriyê…