Zembilfiroş zembîla tîne, rebeno zembîla tîne,
Sûk û mihela digerîne, sûk û mihela digerîne,
Sûk û mihela digerîne, Gulxatûn li bircê dibîne,
Aqil diçe sewda dimîne, aqil diçe sewda dimîne.
Zembilfiroş lawikê derwêş e, bi rebeno lawikê derwêş e,
Kerem bike tu were pêş e, buhayê zembîlê xwe bêje.
Xatûnê wez tobedar im, hurmetê wez tobedar im,
Ez ji Rebê jorî nikarim, zarok birçî ne li mal in.
Zembilfiroş lawikê ebas e, bi rebeno lawikî ebas e,
Bi te na derpî û kiras e ji destê xatûn nabe xilas e.
Xatûnê gerden bi morî, delalê gerden bi morî,
Şixul nabe kotek û zorî, şixul nabe bi kotek û zorî.
Zembilfiroş çû kela mîrê rewal e, bilind e heftê û du gaz e,
Xwe di kelê de berdabû xwar e, vî evdê wê bi gunekar e.