“Ez kurmanc im qurban heyran ez qe tirkî nizanim
Berê vir de be birîn im, dilê min girtiye sizî
Ez kurmanc im qurban heyran ez qe tirkî nizanim
-----
Bi min dikenin tirk û çete sankî ez ne însan im
Tubêçi hatime dunyê je canê xwe osang im
Dîn nebûme çi be çi ye her halekî dizanim
Ez kurmanc im qurban heyran ez qe tirkî nizanim
-----
Li axa axan gir bûm mekteba min tunebû
Ez şivan bûm le zozanan hevalê min pez hebû
Negerim le tu welatan zimanê min ev hebû
Ez kurmanc im qurban heyran ez qe tirkî nizanim
-----
Ya Heso ye ya Huso ye ya Memo ye navê min
Ya Elo ye ya Heydo ye ya Misto ye bavê min
Ez dixwazim rizgariyê belkî çavê min nabînin
Ez kurmanc im qurban heyran ez qe tirkî nizanim”