Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Kîjanê binvîsim. Kîjanê bînim ser ziman. Bîrek bêbinî ye li vir jiyan...
Celadet Mîr Bedirxan💐 Yan fêrî zimanê xwe be, yan jî nebêje ez Kurdim.!
Reklam
Bê te Ziman lal e Bê te Hest xemgîn e Bê te Kêfxweşî xeyal e Bê te Jîyan mirin e Û Bê te Tune me Welato Suphiye Bulut Batê/Bêşebab 2024
Ji reh û rêç, Ax û zimanê xwe vemeqete..
Îro li ser kar min ev klama guhdarî dikir , ew gotina Friedrich Nietzsche hate bîra min de û her di hişê min de xwe dûbare dike . "Êşa min nekûje ,min bi hêz dike ." Leyla Îşxan - Wey Malîno Wey malîno ezê çibikim ji xwe Ji vî dilê li min ji vî dilê Gundî malîkê awa kîbar ji wirda tê Tim ser pêşîda di milmîlî li min di milmîlî Wey la
Nifşê Z ciwanên Kurd
Min ji te hez kir, te ji popülizmê min ji te re digot bi zimanê xwe bifikire, te şerm dikir ku bifikirî Te cilên ji xwe qutbûyî û bi asîmîlasyonê dirûtî li xwe dikir, ji bo te ev şaristanî bû, ji bo min ew pevçûnek çandan bû ji ber ku cilên herî baş ên ku li gorî te cil û bergên kurdî yên herêmî bûn. Li ser navê femînîzmê te xwe tazî dikir . Te xwelî sere xwe dikir... Dema ku tu diçûn zanîngehê, bi xwe bawer bûn bi du gotinên şîrîn serxweş bûn şevekê li wir ma yî û şevekê jî li vir We çi derewen xweş ji diya xwe re kir Ev tu yî keça kurd, rastî mirov diêşîne Belê, belkî hûn di malbateke ku bi were nepeyivî û guh neda pirsgirêkên te mezin bûn Lê qedera me kurdan jî ev bû Êdî kes nikare we bigre.. .. Erdal dersim
Reklam
Dêma min di kefa destê min de dihele ber bi coya okyanûsa evîna te Bijangên terrikî mazûvaniya hêsirên hespan dikin di dewreke berê de Pêsîrên çiyê bi xwîna nûciwanên kedkar dikele ji ber aşitiya qasidên postmodern Rojê deh caran tesbîhata pesnên te dikin zimanê sofiyên meyxaneyên li qeraxa zemên hatine jibîrkirin Şevan nahesibînim jixwe Dara hêviyê li ser rana ferîştehên sikakan hatiye xêzkirin Bayê kur ji devekî bêdiran difûre Lûtkeya memikên nûbûtikî dialêse li qada gerdûnên dualîst Û dêma min hê jî diherike Evînê dikim boxçeya qereçiyeke deqdeqî û li welatên cê bo cê digerînim di pişta xwe de
1.000 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.