Yaşar Kemal
Gelek şaîr û romannivîserê ku bi eslê xwe Kurd in bi tirkî roman nivîsîne, bûne hîmdarên zimanê tirkî, gelekan jî heta bi Kurdîtiya xwe înkar kirine.
Sayfa 11 - PêşgotinKitabı okuyor
Çawa ku dikevim cîyê hevdîtinê slogana "Türkçe konuş çok konus" wek strîyekê di nav çavê min re diçe. Ev ji bo wan pirr muhîm e. Hemû xebata xwe li ser vê projeyê dimeşînin. Diza- nin heta ku kurdî hebe, heta zimanê me hebe, em ê jî hebin. Loma, zor dane tunekirina ziman. Karê xwe li gori encamên zanistê, dimeşînin. Gelek profesorên berçavkên wan stûr, dest- nişan kirine ku milet, bêziman nikarin hebûna xwe biparêzin.
Reklam
Dar li ser koka xwe, mirov li ser zimanê xwe şîn dibe.
Şox û şeng hat binaze Bi evîn û dilxwaze Bûye teyreke baze Nizanim çi dixwaze...
Carinan, lê difikirim ku me xistine rewşa cihûyên dema Nazîyan; lê cihûyan ti carî bi qasî me bêrûmet nekirin. Raste, ew birçi dihiştin, ew dişewitandin; lê ti carî qesta rihê wan nekirin. Naziyan her tim qesta laşê cihûyan kirin; lê yên me hem qesta laş dikin, hem qesta rih dikin. Dixwazin em rih û mejiyê xwe teslimi wan bikin. Hîn projeya sedsal berê dimeşî- nin, projeya ku digot em ê hemû misilmanan bikin tirk. Ew bi dû rihê me ketine. Kesî doza rihê cihûyan nekir. Ew her tim cihû bûn û wek cihû man. Ti kesî, li ti ciyî ji cihûyan re negot bibin alman. Lê vê yekê ji me dixwazin. Dixwazin, em xwe în- kar bikin. Dixwazin, em ziman ji nav devê xwe hilbiqetînin û bavêjin. Dixwazin, em dê û bavê xwe ji bîr bikin. Dixwazin, rihê me ji nav laşê me derxin û rihekî din, berdin nava canê me. Dixwazin, em bibin robot, robotekî ku bi tenê li gorî fermanên wan tevdigere.
Destpêk
Wek encam, yekane welatê rasteqîn, yekane axa ku mirov bikaribe lingê xwe deyne ser, yekane mala mirov bikaribe lê bistire , zimanê zarokatiya mirov e.
Sayfa 5 - Weşanên Dara
Pirsgirêka asîmilasyonê
Bi rastî ez hertim dibêjim: Pirsgirêk di dijmin anjî kolonyalîstan de nîne lewra, ew karê xwe û erka xwe bi cih tînin. Pirsgirêk di me Kurdan de ye, em di têgihiştina girîngiya ziman de nînin. Wekî ku hemû tiştên ku tevdigerin û ji bo tevgera wan çawa quwetek/ dehfandin pêwîst be , ji bo mijara zimanê kurdî jî heman tişt lazim û hewceye . Helbet ger ku em li zimanê xwe xwedî dernakevin,ew dê ji destên me biherike û qût bibe . Û belkî bala we jî kişandî be : Dema ku hûn bi kurdekî (Kurdiya wî çiqasî çewt be jî) re bi kurdî biaxivin, ew jî bi we re kurdî diaxive. Anjî em bibêjin ku kurdek , bi we re bi zimanê kolonyalîstan biaxive û hûn jî li şûna wan zimanan zimanê dayikê bikar bînin,ew dê ji wê tevgera we sûd wergire. Ez vê yekê wek : "bertek bandorê diafirîne" binav dikim.
Reklam
Geri199
1,000 öğeden 991 ile 1,000 arasındakiler gösteriliyor.