Ey Kurdistan
Ey agir
Ji bo ku te bikin parçe û dagir
Hov in, êrîş dikin di dest wan de bivir
Me li dijî dijminên te yên kafir
Li jêr û li jor şerr kir
Tu nizanî bê ji bo te kî mir û kî nemir
Tu her delala ber dilê me bûyî me da te qedr
Tu yî sebr
Tu yî ahd û îman û cirr
Qet nîn e ji navê te xweşiktir zikr
Me ji bot e belqitand emr
Me qebr kir qesr
Me ji koma meytên şehîdên xwe çêkir
çiya û agir
Me ji bo te rijan hibr û hêsir
Me tu bi xwîna xwe kirî Tahir
min ji te hez kir
min bi kûçikên nîvê şevê re tûletî kir
min bi çivîkên destê sibê re gellacî kir
min pê li ciyê herî şil kir
min dilê xwe "bivvve" kir
ez bûm kawikek û min ji her derewê bawer kir
min ûcaxê xwe kor kir,
deriyê mala xwe mohr kir
min ji te hez kir
min ruhê xwe talan kir...
(...)
tu neyê ez ê bimirim
jixwe ez ê tim bimirim; tu bê jî, tu neyê jî
jixwe tu jî pê dizanî
di me gişan de heye mirineke kesidandî,
gidîîîî gidî
îcar jî tu bidîta vî canî
wek zarokekî ger çavê wî ji kefa sabûnê bişewitiya jî
ne xem bû êdî
gulleyên bencxwarî
li ser zikê wî
wek girekî
têrreke "Bûda"yî jê re çêkira jî...
li ser girê Etşanê
difirin qertelên tiredîn û sisalkên tog
Circib û Ferat vedane çog
Bûye tumek strî û bi ber ba ketiye berrî
Ax zerî! ez dexîlê te me hêdî bigirî!
Wek tu li mirinê dinêrî
Nenêre li min û duwazde cengawerên min
Hespên me hîn xurt in
Şûrên me hîn xort...
youtu.be/KRu9U_J7ryI?si=...
Hew ez mabûm hevalê xwe, min jî dev ji xwe berda... Ez li kû me, bi kû de çûme?..Ax, min çi bêriya xwe kiriye?!. Destê min zivistanî mîna hesinekî cemidî ye...
kovanên genimî, li ber aşên êşan, kêliyekê jî aş nabin,
aj nabin, hûr dibin û hey hûr dibin, ji elfabêtan tîpek kêm
buğdayî hasretler, acılar değirmeninde, bir an olsun dinmiyorlar,
filizlenmiyorlar, ufaldıkça ufalıyorlar, alfabelerden bir harf eksiliyor
.
bi xatirê te delala min, bi xatirê te xwowîya min. ger hezkirin êşek be, ger hezkirin xezebek be, ger hezkirin mirinek be, ez bi gîşan qayîl im, ez ê her tim ji te hez bikim. bi xatirê te.
...
min ji te hez kir
min bi kûçikên nîvê şevê re tûletî kir
min bi çivîkên destê sibê re gellacî kir
min pê li ciyê herî şil kir
min dilê xwe "bivvve" kir
ez bûm kawikek û min ji her derewê bawer kir
min ûcaxê xwe kor kir,
deriyê mala xwe mohr kir
min ji te hez kir
min ruhê xwe talan kir...