Dem diherike,
Hêstir diniqutin Li ser çengên vala,
Bêqudûm mane çok,
Mêjû dibe cemedek kûtûpî, venahele.
Dem diherike,
Bazind li zendê re nabe
Tîr ji kovan ê qetiya ye.
Evîn zexîreyeke di kilerekî de û pîrê di tê de konvegirtîye
Dem diherike,
Şivan bilura xwe winde kirî ye, bêrî zûr maye.
Radiyoya êrîvanê qulaman davêje li ser zindiyan.
Gudiyek qêrîn û hawar dike,
Gund maye bêgundî.
Dem diherike,
diherike dem.
📚🔔 Tatil zili çaldı!
Bir yıl boyunca verilen emeklerin ardından şimdi dinlenme, keşfetme ve yeni maceralara atılma zamanı. 🌞
Bu yaz bol kahkahalı, bol anılı ve elbette bol kitaplı geçsin. Tüm öğrencilere keyifli tatiller diliyoruz! 💙📖
Nizam çend saetan meşiyabû. Lingên wî bêminet ew anîbû li ber derê mala wî. Nizam çi demek bû ku ew li ber derî sekinîbû lê belê di navberrekî de derê malê dabû. Dengek li hundir hat:
-Ew kiye?
Di nav qêrîniya bêdengiyê de ev gotina bilindbû: ew kî ye? Belê ew kî ye, tu kiyî, ez kî me? Pirsa herî dawî di mejuyê wî de, wek genimekî bikeve aş de diçû û dihat. Ez kî me? Ez nizanim ez kî me. Di be ku evdalek bim li çol û mexelên dûr, hevrê yên min bahozên har. Şiverêyek bim belkî li hembêza pezkûviyan de. Bêhnek qet nexwaş bim li pey bayê dînûharim bim. Di be jî pepûleyek bim li benda mirina nêz. Şopek bim li ser koka dareke di binde evindar rûtininên de. Bê demî bim li warê gilgamêş de, hêvîdar bim ku werim keşf kirin.
Carînan dengê hundir dikete navberê.
-tu kî yê? Aram tu yî?
Kî me ez? Cewokeke kevnare bûm di çenga min de berxan av vedixwar. Zinarekî binerdbûm di cihê xwe de mayî. Beybûnek bûm li dev û dora çemekî dûrûderaz.
Pênc seat ber ê:
Tilefûnê lêxist...
- Alo!
- Fermo firat, merheba.
Deng pir jî dûr ve dihat.
- Neco, ket!
Demjimar şikest , dem sekinî. Wate winda bû, çirok xilas bû.
Aram, matmayî difikire. Ket, ketin... Ketin çi ye, belgeg zer ji çikila darê diqete û dikeve, gelo ew be. Anjî zarokek ket û çoka wê/î êşiya. Ket, çawa ket. Fêkî dema digihêjin dikevin ma tu fêkî bû. Ket, Neco ket. Na nabe, ketin nabe. Em kurdin navê mirovekî û ketin nayên ba hevdû. Bila ewna neyên nêzî hevdû. Bila ji dûrve biçin. Neco ket!
Dikir nedikir ew peyva ji devî wî dernediket. Her çişt derdiket lê ew peyva ji piş navê Neco re dernediket.
Cara herî dawî deng ji hundir hat û piş re bê dengî bû nifte ya derî.
Ji xwe pirskir ku ez kî me û çû. Çuyîn û ketin çikas nêzî hevdûne...