Besna

Besna
Kurdek biqasî exlaq û mirovahîya xwe îmandar.
Şemzînan
245 okur puanı
Eylül 2019 tarihinde katıldı
Puan vermedi·165 syf.·
2023 7. kitabı
İncelememe direkt kendimden örnek vermek istiyorum. İlk namaz kılmaya başladığımda (9-10) büyük bir hevesle, okulda aldığım din dersi ile başlamıştım. Çok inatçıydım, söylenenler değil kendi öğrendiklerim beni tatmin eder, bir insan bana şunu yap diye emir verse yapacağım varsa da yapmam ve hâlâ öyleyim. Zamanla kıldığım her namaza bir yorum yapıldı, vakti geldiği an annem sanki onun zoru ile ondan korktuğum için kıldığımı ima ederek, kendine pay çıkartarak uyarırdı. Oysa ben ondan değil kitaplardan öğrenmiştim. Ya ben ne yapıyordum? Her hatırladığımda anlamsızca kendime kızarım, çünkü ne zaman beni uyarsa ben abdest alır, hazırlanır yalnız bir odada kılmama rağmen seccadede sadece taklit edip asla kılmazdım. Belki çoğu kişi inanmaz ama tam olarak böyle yapıyordum. Babamın daha küçüksün sahura uyanma, oruç tutma deyip tüm çabalarına rağmen ise oruç tutardım. Kur'an-ı Kerim kursunda en iyi öğrenci olmama rağmen Arapça hatim sayısını yükseltme yarışına girmeden genel olarak anladığım dilde okudum. Tabii onu hatimden saymadılar ve bunun için de "ya başlamasaydın ya da başladıysan her zaman arapça düzenli okuyup hatim indirmek zorundasın yoksa -lanetlenmiş körlerdensin" denildi. Oysa ben bu şekilde daha çok anlayıp verim alıyordum. Ben mi yanlış yapıyordum yoksa kendini din alimi sanan tüm toplum mu? Rahat bıraksanız veya bilinçli bir yolla teşvik etseler benim gibi her çocuk inandığı dini her ayrıntısına kadar okuyup araştırmaya meyillidir. Yıllarca bu nedenle namazdan uzak kalmama neden olup hem beni hem de kendilerini cezalandırdılar, dinden soğuttular ve çocuk aklımla tek suçlu kendileridir. Peki ya ne yapıyorlar? Kendilerinin yaptığı gibi ibadetleri namaz, oruç ve giyimden ibaret görüp anlamsız bir tekrardan ibaret çocuklara da empoze edip zamanla dinini örf ve adet
Anne Baba Biz SuçluyuzAli Şeriati · Fecr Yayınevi · 20131,505 okunma
Reklam
Puan vermedi·324 syf.·
2023 5. kitabı
Siyaset, evîn, gotinên pêşîyan, hunermendên berê û esil bibîr anîn... Pirtûkeke helbestan a li ser gelek mijaran hatîye nivîsîn. Hemû hevokan de jî mirov dibîne û hîs dike ku nivîskarekî ne ji rêzê de ye. Lê belê nizanim çima ez xistim wê fikrê de ku helbest herî pirr li evîn û evîndarîyê tê. Ne bi tenê evîndarîya ji bo mirovan, ji bo her tiştî. Ji ber ku; gelemperî helbestan min digot xwezî ev mijar bi vî zimanî û peyvan bi cureya romanê hatiba nivîsîn. Bi rastî kêrhatî ye, min jê hez kir lê bi awayê helbestî ji bo min kêmas hat divê ev mijar bi kitekit bihên nivîsîn.:) Ev jî rexneya min e lê dibe ku kesên din bi vî awayî hez bikin gorî mirovan tê guherîn. Birêz Mervan SerhildanMervan Serhildan mirovekî gelek dilnizm û serkevtî ye, destên wî neêşin, spasdar im.
Gerîneka HestanMervan Serhildan · J. J Yayınları · 20191 okunma
Puan vermedi·80 syf.·
2023 4. kitabı
Çi xweş bû:) Mijar, cure, herikbarî..hwd bi her awayî min şiband pirtûka Masiyê Reş ê PiçûkMasiyê Reş ê Piçûk Hin kes dibe ku asan bibînin lê mezin û zarok ferq nake hemû kes dikarin û divê bixwînin! Gorî kêmîya xwe pirtûkek têr û tijî ye û min li ser PDF ê xwend lê heger derfeta min çêbû dê bi dest bixim û birayên xwe yên piçûk re bidim xwendin. Tewsîye dikim ku hemû kes bixwînin û taybetî ji zarokan re bidin xwendin.. Ji bo wergerê spasiya Osman ÖzçelikOsman Özçelik dikim. Pê bawer im ku bi vî zimanî xwendin bi tehmtir bû. Nizanim rast e an jî rast nîne lê yê PDFa vê dixwaze dikare haya min jê çêke, dê bişînim.
QaqlîbazRichard Bach · Aram Yayınları · 201780bin okunma
Puan vermedi·63 syf.·
2022 9. kitabı
Pirtûk beş bi beş bi kurteçîrokan pêk tê. Ya rastî mijarên wê têr û tijî nîn e, her tişt nepêwîstî hatîye dirêjkirin. Lewma jî wextê dixwînî bêhna mirov teng dike. Du pirtûkên din jî yên nivîskarî li ba min hene, dê lê binêrim ka ew çawa ne û wisa dê bixwînim. Lê vê jî divê bibêjim ku; ji bo kesên nû hînî xwendin û nivîsîna Kurmancî dibin destpêkekî baş e. Him pirtûk kin e him jî bi awayekî zelal hatîye nivîsîn.
Çavê Li RêYalçın Sarılmaz · Do Yayınları · 20133 okunma
Puan vermedi·264 syf.·
2022 7. kitabı
Bi bawera min salek pirtir e ev pirtûk di nav pirtûkên min de lê hewesa min nedihat bixwînim; ji ber ku qet ji biyografîyan hez nakim û min wisa zen dikir ku bi tenê behsê jiyana Şivan Perwer dike û berhemek acizker e. Eslê xwe rast e hemû mijar û kes jixwe ji nav jiyana hunermendî derdikevin lê ya baş jî ew e ku jiyanek têr û tejî jiyaye. Ku hunera Kurdî pêşve bibe ketîye nav biyanîyan û li wir jî dîsa hunermendên me, Ehmed Kaya, Mehmed Uzun,..hwd pişta xwe daye yekûdu. Piştî min xwend hay jê hebû, him ji bo hunermendî him jî ji bo pirtûkê, gelek pêşdaraz/pêşbiryar nêzîk bûme. Wekî hûn jî dizanin Şivan Perwer bi tenê ne bi hunera xwe bi kesayet û tevgerên xwe jî gelek caran dibe navûdeng û dikeve nav nûçeyan. Biqasî metheya wî hatî kirin ewqas jî hatîye rexnekirin. Jixwe pirsgirêkekî me jî ma ne ew e? Yek ji me pêş bikeve av vexwarina wan jî em lêdikolin û rexne dikin, bixwe jî sibehê heya êvarê bêşol dizivirin. Heger pê aciz bin fermo kesên hûn rexne dikin karên ji wan çêtir, kêrhatîtir bikin ku ji wan bêqisûrtir bin.. Lê li bendê nebin ku bêqisûrî bibe para we ji ber ku mirovên bêqisûr, dirist û rêkûpêk zehmet e hatibe afirandin. Yeke din jî divê mirov her tim ser ve çi dibîne û dibihîze hêj zêde gotin li pey kom nekirî derfetê bide ku empatî û naveroka mijarê fehm bike. Her stranekê çîroka xwe heye û piştî çîroka wan dizanî carek din guhdar bikî ew stran tehmeke gelek cudatir dide te. Ev yek jî dîsa bû tecrûbeyek mezin ji bo min. Hêvîdar im ti kes wekî min nêzîk nebe û gava derfeta wan çêbe ji bo perçek jî be hunera Kurdî fêr bibe lezûbez vê pirtûka herikbar bixwîne.
Kurdî
Şivan Perwer Efsaneya ZindîAbdullah İncekan · Nûbihar · 201213 okunma
Reklam