Heta niha bawerkim, gelek kêm pirtûk evqas zide dilê min şewîtandîye. Evîn, qul, dert, girî hêstêrên çavan min kêm nebî ku heta pîrtûk xilas buyî. Çima? Ku ev pîrtûka hêja Behsa nivîskarê û helbestvanê meyê bihempa û heja û delal dikir. Mela Ehmdê Cizîrî. Evînî ya wî , melatî ya wî ,feqîtîya wî, dilşewitîya wî, sirgûna biheqîya wî, helbestên bihempayên wî, kezepxirabîya wî… deme ku min pîrtûk xwend ; bîra min Hz Yusif Pêxember û Zûleyha, Mem û Zîn hat û histirên çavan mi nesekinî… Xwedê kirî min ev pîrtûk a bihempa xwend. Li bin sîya botana rengîn de Şeta a Dîcleyê de em niviskarê û helbestvanê xwe yê bihempa û hêja û şebçirax ê xwe Melayê Cizîrî heta û heta yê ji bîrnakin û em ê her tim xwendakarê wî û rêya wî de bin… dest û dilê niviskarê wê pîrtûka hêja Gulîstan Çoban jî gelek sax be … em spasdarin ji bo vê romana bihempa …