Rojnamegerî bêyî hemdê xwe du berdax av vexwarin û hêj gelekê tî bû. Ji nişkê ve hat bîrê, dibe ku ava wan kesan nebe. Dizanî ava nava bajarî nagerike.
Rojnamegerî ti tişt hest nedikirin. Wî guhdariya bi sedan çîrokên diltezîn kiribû lê cara yekê bû ku ti tişt hêst nedikir. Hima zîq li jinikê nêrî. Dema wê gotinên xwe xelaskirin.