Îd, peyveke bi zimanê Erebî ye. Wateya îdê, dilxweşî ye. Ev peyv, ji Erebî ketiye Kurdîya Kurmancî. Di Kurdiya Dimilkî de, navê îdê, "roşan" e. Van salên dawî, li şûna peyvika "îd" ê, "cejn" tê bikaranîn. Di eslê xwe de cejn, di zimanê Farisî de tê bikaranîn. A rast ew e ku em meyla xwe bidin ser peyva "roşan" ê.
KURDÎYA RESEN :" Roşana boraqê pîroz be. "
" Roşana we pîroz be. "
" Roşana qurbanê pîroz be. "
" Cejna we pîroz be. "
" Bi roşan û dilxweşî bijîn."