Niha ne wextê mirinê ye.
Çavê milyonan li te!
Niha ne wextê şînkirinê ye,
Dengê milyonan bibe xwe
Rabe,
Bi kerem
Çavê xwe veke.
Niha ne wextê mirinê ye
Destê me likar sar meke!
Bar meke ewrên di çavên me li taviyê
Keserê li dilê me siwar meke!
Em bistrên bi hev re stranên mirovhezî
Em şabaş bikişînin ji şahiya hevdû re
Em nebin qatilê hev,
Li pey hev bi muxennet.
Em ji hev razî
Em ji hev xweş
û em li hev bi hesret.
Ax!
Ax!
Kali ku
Xwezî?!...
Dînekî afirand ji înkarê
Bi secde û mihrab û menber
Redda Xweda û pêxemberan kir
Reddê kir xwede, xwe kir pêxember
Ji xwe da destpêkirin tarîxê
Hişyariyê, zîrekiyê, zanînê
Murîd gotin amîn û dan dû
Ta ku bi serûçav ew kirin rêxê
Kî nanê me dixwe, bitir dibe
Kî j' ava me vedixwe, çavsor...
Hingî ew bitir bû, em lewaz
Hingi ew bi hêz bû, em bê taqet man.
Û wî
Bext û qewl û qerar
Ji bîra xwe ya şahane hilani.