Ax jina janê!
Te bi çavên xwe yên piçûk,
Bi gunehan li dinyayê mêze kir,
Û jiyanê di siya gunehan de nas kir.
Bêyî ku te qet guneh nekir,
Her got qedera min e,
Stûye xwe xwar kir,
Gazinên xwe,
Tenê ji feleka bêbext kir.
Bêyî te,
Tu bûyî navnîşa namûsê,
Dilxirab û nezanan,
Keziyên te dane ber meqesê.
Por xeleka enîgewera çavreşê.
Tu îro dizanî.
Dîroka ku di pelên xwe de,
Bê dengî û bê rûmetî,
Parastiye û veşartiye,
Li hemberî te rûreş e.
Sembola te,
Zîlan, Bêrîtan û Binevş e.
Te tirs tirsand,
Bi awirên kilê sibhanî,
Ji kor û nezanan re,
Kir qîlba îteatê, dîwarên reş e.
Şara spi ya serê te,
Dide sekanê şerên giran.
Tu nûra dengbêj î,
Li civata beg û miran.
Tu Xecê yî,