Silav hevalno.
Me bi pêşniyara İlyas tunç û @hevidar56 biryara sazkirina "Çalakiya Xwendina Pirtûkên Kurdî" da. Di meha Nîsanê de, em ê pirtûkên Kurdî bixwînin, jêgirtinên Kurdî parve bikin û -bi kesên dixwazin- em ê pirtûkên Kurdî ji hevdû ra diyarî bikin. Ji kerema xwe beşdarî vê çalakiyê bibin û piştgiriyê bidin me. Bila ev çalakî ji bo kesên ku berê pirtûkên Kurdî nexwendine, bibe destpêkek. Bila beşdarvan şîrove bikin. (Hûn dikarin navê pirtûka ku hûn ê bixwînin an jî navên pirtûkên pêşniyarî binivîsin.) Kesên ku dixwazin pirtûkek diyarî bikin bila di şîroveyan da binivîsin û yên ku pirtûka wan a Kurdî tune bila ji wan ra peyam bişînin. Ez destpê dikim. Ez ê pirtûkek diyarî bikim.
Ji kerema xwe parve bikin ku ji bo zêdetir kes bibînin.
Gidip onu gördüm. Artık Güneş, Ay ve Yıldız istediği gibi dolaşabilir. Çünkü ben artık ne zaman gündüz, ne zaman gecedir bilmiyorum. Gözüm artık hiçbir şey görmüyor.