Bextîyar Elî romana xwe ya bi navê Êwra Perwane yê ( Ewarey Perwane) di sala 1998 de bi zimanê Kurdî zaravayê Soranî nivîsîye. Veguhertina Kurmancî Besam Mistefa kiriye.
Nirxandinê bo Bextîyar pir xwaş û cî da ne. Ji ber wî ez dikim ku zêde nekevim dubare yê. Dixwazim kurt û kurmancî binirxînim.
Êvara Perwane yê him bi alî çîrokê him jî bi alî şêwazê pir balkêş e. Çîroka Perwanê bi nêrîn û çavdêriyên Xendana Piçûcuk va rave dibe. Zimanê çîrokê ew qas tîr e xwîner nava çîrokê de digelpiçe. Û di navbera ütopya û distopya yê diçe û tê. Roman alî hevoksazî de pir Xurte. Di serî de hevokên tevlihev pirin lê piştre ev çareser dibe û. Xwîner bi aram xwe berdide nava çîrokê. Hûnandina bûyera, çûyîn û hatina navbera herdu hêyama nerm û pêk hatiye. Bo wî xwîner qet aciz nabin. Her çiqas rastiya civata Kurda, bandora desthilatiyê xwe çîrokê de hûr hûr eşkere bike û xwiner kaşî bê hêvî bûne ke jî. Berxwedana Xendan û Fetanê a hember kiryarê zulmatê hebûna xwe diparêzin. Divê hew çirûskek hêviyê. Bawerim Perwane sembola hesta eşqê ye. Navê wê heye lê xwe ne diyar e. Ev çîrok bi kesê xwe bi bûyerê xwe tevahî welatê Kurda bû. Alîk wek eşqistanê xwaş, alîk wek zulmatê dojehê. Lê berxwedana Xendan û Fetane çirûska hêviyê bû.
Di çîrokê de hemû kes awarte ne. Dildarê Perwanê. Yek saetçî ye dikar e dem û dewran bida sekinandinê û kîjan dem bixastana dikaribûn biçûna wê demê bi aramî bi jiyana. Seetçi ber dara tûyê bi guleyekî hat kuştin. Yek xortê ku Perwanê jê re diaxivî. "Şiyana wî heye bi pêxembera re dipeyîve, bi ruhaniyeta miriyan re nameya veguheze. Pişt re jî ciwanê şermîn derket ku dikarî bageran rawestine û çarmedola xwe xelekeke aram çêbike. (30) ev xort ji li bazarê bi gulleyekî hat kuştin. Her wiha navê kesayeta jî ew qas balkêş in. Xendanana Piçucuk,