Botaname, berhema 50 salan a herêma Botanê ya Berken Bereh, xweza û nasnameya vê welatî bi zimanekî hunerî û lîrîk, mîna destanekê, di nav pelên xwe de kom dike. Ev pirtûk mîna nasnameyeke wêjeyî ye; ruhê axê, dîroka wê û êşên gel bi hostatî û hestekî kûr tîne ziman.
destê xwe bi dîwar û bircên wê ve bibe û bîne
siha xiyalên min li wir veşartiye
çend dilop xwîna niqutî ji dilê min
û guhê xwe bide wîzewîza bayî wek
evîndara li ber dengê ezîzê xwe
ti şêx û mişayîxek nema me neceriband
ti pêxember nema me xwe neavêt bextî
her bi mirinê hat seyandin dîwarê 'emrê me
ji hawar û giriyê pêve tu deng nîne em bibihîsin