Cima em weha xwe, mêjiyê xwe, der û dorên xwe û tiştan ji hev vediqetînin, didin ber hev, ji hev perçe dikin û bi dû re jî _dibêjin, "ev hin baştir e yan jî ev hin xirabtir e..."? Çima em her tişti - jiyan, wext, insan û însaneti, evin, kêfxweşî, keser û jan, azadî... ji hev vediqetînin, lime lime dikin û paşê ji wan didin ber hev?... Bi vi awayî, yanê bi ji hev veqetandin û li ber hevdanê xirabiya heri mezin em, bi xwe, li xwe dikin. Sînor, qeyd û şert; me ji me, ji însan û însanetiyê bi dûr dixînin..