...
Gelî malî gundîno bi bextê we da me
Wesfê Qaza mi giran e
Ka nîşana Qaza xwe ji we ra bibêjim
Qaza mi qazîn e
Sûretê sor e gulgulî ne
Çene kurre degirmîn e(gilover)
Pozî zirav e pîjîn e (tûj-tûjik/sivri)
Dev û diran sedefê milbarîn e
Porê wê teresê sor e hevîrmûşê(hevrîşim)
dikananê narîn e
Biryê reş in qeytanê çepel bi rîşî ne (Samal/püskül)
Çavê reş e mêşinî ne
Potîna di ling da çinga dara darhêşîn e
Memikê vê teresê serê wê sor kokê wan spî ne
Ji bejnê ve zirav e qendîlî ne
Çepilê dirêj e reqasçî ne
Bêçî zirav e balmûmî beravî ne
Min bi çavê serê xwe sê qor(saf/tam) zêrê temam li serî dîne
Di binyê de mirîşkî ne
Ser fêzê mamûdî ne
Di ortê teliksî ne
Xewa berbangê zerî domama mi nahemlî ne (nahewîne)
....
...
Ezê rabim herim ji bona Sînema delal
Li bajarê Miksê da xwe bavêjim ber bextê mişkan û maran
Bibêm ez di bextê we da me di qebra reş û tarî da
Ji boy xatirê min
Xirab nekin ew bejna Sînema min a delal çavê belek
Hey wax li min buryê reş e
...