Bi Minasebeta Xwendina 'Bazirganê Venedîkê' Li Ser Girîngiya Wergerê Çend Kelam
Werger û wergêrî bo çi bi qîmet e? Heke em bixwazin bersiva vê pirsê hîn bibin divê pêşî em pirtûkên cîhanê yên bi qîmet bixwînin û binirxînin û helbet divê em bandora wan pirtûkên dewlemend ku dê piştî wergerê li zimanê me bike bînin ber çav û mêjiyê xwe. Gelek miletên bi bext an jî şareza wergerên klasîkên cîhanê ji xwe re kirin karekî pîroz û di avakirina edebiyata miletê xwe de wekî rê û rêbazekî bikaranîn. Helbet em Kurd ewqasî ne bi bext in mixabin(di vir de tika dikim bila wekî dramatîzekirina bindestiyê an jî bêdewletbûnê neyê fehm kirin) ji ber ku dewleteke me ya serbixwe çênebûye wekî gelek tiştên din em ji xwendina klasîkên cîhanê ya bi zimanê xwe jî dûr mane heta vê sedsalê. Belkî ji gelek kesan re ev tişt ewqasî ne girîng be an jî gelek kes belkî nexwendina berhemên bi qîmet yên cîhanê wekî tiştek lixwezêdekirin nebînin. Mixabin ev tişt ne tiştekî wisa ji rêzê ye berevajiya vê fikrê ev tişt gelek gelek bi qîmet e. Herwiha aniha nayê bîra min lê wekî Wînston Churchill di bîra min de maye, ji Churchill dipirsin dibêjin: Fîloyên Îngilîzan(komkeştî) an Shakespeare? Churchill dibêje helbet Shakespeare! Peyre pirseke din lê zêde dibe; London an Shakespeare? Ew bêyî ku çend saniyeyan di gûmanê de bimîne demildest dibêje helbet Shakespeare lewra London xera bibe em dikarin yeke din bi hêsanî ava bikin lêbelê em nikarin Shakespearekî din, nexasim berhemên wî yên bêhempa ava bikin... Birastî jî kesên mîna Shakespeare, Dostoyevskî, Joyce, Ehmedê Xanî..(Mirov dikare mînakan zêde bike) carekê tenê tên.
...
Huner tiştekî pir balkêş e ew bi xwendinê, bi dîtinê û bi fehmkirinê diwelide; wekî kulîlkeke ku av li rihê wê bikeve û bibişkive bi xwe ve tê. Îcar wergereke bi qalîte ji bo miletekî