Ev herdu cîhan bo hev hewî ne
Dijîtiya wan gelek qewîn e
Heta tu yekê bernedî ji wan
Nabînî tu kêfê ji herduwan
Min jî ev dinê bi wan da berdan
Min berê wan da ezman ji erdan
Min bi temamî da wan bihiştek
Wan ji vî baxî daye min xiştek
Eger xuyabûm wek neyarê wan
Lê di rastî de ez bûm yarê wan
Min ew ji dinê bi paş ve kêşan
Bûn hogirê derd û kul û êşan
Xweşî li dinê li wan bi der dan
Ew kirin xweşkêşê dax û derdan
Aferîn û sed aferîn bo wan
Ew qet nebûbûn meyldarên cîhan
Destên xwe nedan qirêj a dinê
Pak bû encama wê dilketinê
Wan bar kir pak û dilpak û karpak
Zîn bi keçînî Mem jî gelek çak
Wisa xuya ye mîna dijbera
Lê ji dil ew dost e ji me ra
Ger ew nebûya di nav me de bend
Işqa me bilind nedibû ewçend
Ji bo xwe eger wî kirî şaşî
Lê ji bo me wî her kirî başî